AMED - Endamê KCD'ê Dr. Mehmet Demîr bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê û aşkera kir ku dê Efrîn Erdogan biqedîne, ew ji vê bawerin û wiha got: "Heke di Efrînê de bi ser nekevin dê Erdogan biçe, ev silametiya Tirkiyeyê ye."
Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Erfînê di roja 9'emîn de dewam dike. TSK û OSO di qada bejahî de asê maye. Ji ber berxwedana gelê Efrînê neçar ma ji hin herêman vekişin. Bi destpêkirina operasyonê re hikumet dixwaze hemû hêzên muxalîf bêdeng bike, beşa serxwaz a alîgirê desthilatdariyê dirûşmên şer berz dikin û hêstên xwe yên şovenîst motîve dikin. Dr. Mehmet Demîr ê di bin sîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tev li xebatên yekitiya neteweyî bû, rojeva Efînê nirxand. Demîr aşkera kir ku dê Tirkiye teqes li Efrînê winda bike û wiha axivî: "Dê Efrîn Erdogan biqedîne, em ji vê bawerin. Têkçîna Erdogan a li Efrînê, dê dawiya wî bîne û ev silametiya Tirkiyeyê ye."
‘PERGALA ÇAR SERÎ YA MEMÛRA FAŞÎST AVA KIRIN’
Demîr da zanîn li Tirkiyeyê pergala çar serî ya faşîst a memûr ava bûye û ev tişt got: "Yek jî prensîbê wekîzê Hîtleran ê bi navê Gobbels jî ew bû, hemû tiştên xirab ên di qada şer de pêk dihat, divê bavêje stûyê yê hemberî xwe. Sivîlên di êrîşan de jiyana xwe ji dest didin, Tirkiye davêje stûyê yê hemberî xwe. Berî tevger dest pê bike, serokwezîr berdevkên çapemeniyê kom kir, heke ji wan re berdevk bê gotin, ferman da wan. Peywira çapemeniyê ewe raya giştî agahdar bike. Di serdema Tansu Çîllerê de bûyerek qewimî bû, Çîller gotibû ku 'Helîkopterên PKK'ê ji Ermenistanê hatin û Dêrsim bombe kir.' Îro balafirên wan Efrînê bombe dikin, dibe ku bêjin 'Balafirên YPG'ê hatin û ev der bombekirin' û bi vî awayî daxuyaniyan bidin."
‘TIRKIYEYÊ HÊZA XWE BI SER ŞAMÊ DE BIŞPANDA, DIBE KU HILWEŞIYA’
Demîr aşkera kir ku dema mijar dibe kurd, cîhan ker, kor û lal e û wiha pê de çû: "Tirkiye windahiyên xwe vedişêre. Dê di şerê li Efrînê de pergala faşîst winda bike. Gotinek heye dibêjin ku tu jiyana şaş nikarî rast bijî. Polîtîkaya Tirkyeyê ya Sûriyeyê ew bû ku rejîma Esad hilweşîne, lê piştre berê xwe da kurdan. Em dizanin Tirkiyeyê ev hêza ku bi ser kurdan de şandiye, bi ser Şamê de bişanda dê Şam hilweşiya."
Demîr destnîşan kir ku Tirkiye cenaze kiriye şova siyasî, di vê demê de olê jî gelekî bi kar tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdogan merasîma cenazeyê leşkeran veguherand şovê. Erdogan ji bo pergala xwe berdewam bike divê destê xwe bide ser darbestan û pozan bide û şerê derûnî bide meşndin. Ev ji bo wî qezenc e? Ji dîrokê ve jî iyan e ku ev dê welat bibe felaketê." Demîr da zanîn heke xezîneya welatekî bi xezîneya kesekî re bûbe yek, ew welat bûye yê kesekî û ev tişt anî ziman: "Kurê wî jî diçe koordînasyona ÎHA'yê şer koordîne dike. Bi xwe jî parkeyê leşkerî li xwe dike diçe eniya şer. Ev şerê derûnî ye û ji bo di vî şerî de bi ser bikeve, her tiştî dike. Her çendî raya giştî tiştekî neyne ziman jî di ferqê de ye. Dê ev siyaset li dîwarê heqîqetê bikeve û paşve vegere."
‘ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN HIŞMENDIYÊ TUNE DIKE’
Demîr anî ziman ku Tirkiyeyê çi anî serê ermeniyan, almanan ji wan mînak girt û anî serê cihûyan û ev nirxandin kir: "Erdogan îro Hîtler û Gobbels mînak digire û rêbazên wan heman tiştin. Dîktator herî zêde ji aştî û heqîqetê ditirsin. Aştî di navbera du hêzan de pêk tê. Kesên dîktator ji derveyê xwe kesî nas nakin." Demîr bal kişand ser rewşa rojnamegeran jî û got ku zextên hişmendiya rojnamegeriyê tune dike, ji ber wê kamera û dîskên rojnamegeran dişkînin.
Demîr derbirî ku bi berxwedana Efrînê re, dê hêzên navneteweyî li kêleka gelê Efrînê cih bigire û axaftina xwe wiha domand: "Erdogan sûc dike. Tabloya li Efrînê derket holê, cîhan destpêkê bêdeng bû lê bi berxwedana kurdan re hêdî hêdî deng jî derketin. Bi referanduma Başûr re li Kerkûkê tiştek qewimî, ez bawerim li Kerkûkê jî berxwedan hebûya, dê li wir jî heman tablo derketa holê. Ji ber ku berxwedana Efrînê bi cîhanê dide qezenc kirin, dê hemû cîhan li gel Efrînê be."
‘SERKEFTINA EFRÎNÊ TÊKÇÛNA ERDOGAN E’
Demîr herî dawî diyar kir ku Rûsyayê şer û kurd winda kir, dê kurd baweriya xwe bi Rûsyayê neynin û gavan nevêjin. Demîr bi lêv kir ku kurd siyaseteke biparseng (dengeli) dimeşînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke Erdogan şer rawestîne dê ji bo wî silametî be. An na dê Efrîn Erdogan biqedîne. Ji ber ku di siyaseta navxweyî de jî muxalefet tune, dibe ku demekî hebûna xwe dewam bike. Lê di demên pêş de dema fatûreya vî şerî ji bêrîka alîgirên Erdogan derkeve, dê darizandi dest pê bike."