COLEMÊRG - Welatiyên Geverê li dijî sermaya zêde ya zivistanê ji bo bi erzanî xwe germ bikin qalikê findiqan ji Derya Reş dikirin û xwe germ dikin. Welatî kîloya qalikan bi 50 qurişî dikirin.
Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê zivistan pir sar û dirêj derbas dibe. Welatiyên ku derfetên wan ê êzîng, komir bikirin û nikarin xwe bi gaza xwezayî germ bikin serî li rêyên din didin. Welatî ji bo xwe bi erzanî germ bikin qalikên findikan ên ji Derya Reş kîlo bi 50 qurişî dikirin germ dikin. Di demên dawî de qalikên findiqan ên ji Derya Reş bi kamyonan tînin Geverê rastî eleqek mezin tê. Malbatên ku kîloyê bi 50 qurîşî dikirin, rojê nêzî 10 kîloyan dişewitînin. Welatiyên ku sobeyên hesin bi 200 -300 TL dikirin bi awayekî lêçûna kêm û bêyî zerarê zêde bidin ekolojî û hewayê bi erzanî xwe germ dikin û zivistana xwe derbas dikin.
Welatî Îlhan Dînçer, diyar kir ku berê salê salê 3.5-4 ton komir dikirîn û kîloya komirê bi 700 TL dikirîn. Dînçer, anî ziman ku ger îsal dîsa komir kirûbûya dê bi 3 hezar tl komir kirûbûya. Dinçer, anî ziman ku salê nêzî 1600 kilo qalikê findikan dikire û bêtir ji bo aboriyê baştir e. Dincer, anî ziman ku hem erzan e û hem jî ji bo xweza û hewayê bê zerar e.
Welati Huseyin Dayan jî heman tişt anî ziman.
MA / Fethi Balaban