BALIKESÎR – Welatî A.B. ji ber bi Otostopê li maşîna A.E. suyar bû û piştre li ser mijara kurd niqaş kirin bi îdîaya “Pesnê sûç û sûcdar kiriye" heta 2 salan cezayê girîgehê doz lê hat vekirin.
Welatiyê bi navê A.B. li Eskişehirê bi otostopê li maşîna A.E. suyar bû û xwest biçe navçeya Bandirma ya Balikesirê. A.B. di maşînê de bi ajokar A.E re li ser pirsgirêka kurd niqaş kirin û got: "Divê derûniya PKK’iyan ji bê famkirin. Divê bi wan re empatî bê danîn." ket qezeba ajokarê maşînê. Ajokarê maşînê A.B. teslîmî qereqolê kir û li wî gilî kir. Piştî îfadeya A.B. li qereqolê hat girtin ew sewqî Dozgeriya Komarê ya Bandirma kirin. Dozger bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî ew serbest berda.
Dozgerê komarê ya Bandirma dosyaya der barê A.B. de bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" xand ji Dozgerê Komarê yê Balikesirê re şand. Dozgerê Komarê yê Balikesîrê, diyar kir ku li gori biryara Dadgeha Bilind a Îdareya Cezayê 16'emîn a biryara hêjmar 2017/1009 Esas – 4573 wekî suc naye nirxandin û der barê doza A.B. de biryara bê erkdariyê da. Piştre dîsa dosya li Dozgerê Komarê yê Bandirma vegerand. Li ser vê yekê Dozgerê Komarê yê Bandirma bi îdîaya A.B. “Pesnê sûc û sucdar daye" doz vekir û heta 2 salan ceza ji A.B. xwest. Dozger pişti îdîaname ji Dadgeha Cezayê Asliye ya Bandirma re şand, dadgehê îdîaname qebûl kir. Dozger parastina A.B. jî wekî delîl qebûl kir û li dosyayê zêde kir.
MA / Ahmet Kanbal