ŞIRNEX – Dozger îfadeya şahidê Cebraîl Mungan ê di şerê serdema qedexeya Cizîrê de hat kuştin, M.B. a "3 kesên rû vekirî" wekî “4-5 kesên rûgirtî” guhert.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, qedexeya derketina kolanan di 14’ê Kanûna 2015’an de hatibû îlankirin. Di qedexeyê de Cebraîl Mungan di şer de hat kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dosyaya lêpirsînê ya derbarê kuştina Mungan de amadekir, lê bi hinceta “bêpeywirdarî” radestî Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê kir.
DOZGER: BÛYER PARASTINA REWA YE
Dozger di dosyaya lêpirsîna ya 150 rûpelî de, 25 rûpel ji bo dîroka PKK û KCK’ê veqetand. Dozger, di dosyayê de cih neha raporên otopsiyê, îfadeyên şahidan û nivîsên di navbera emniyet û dozgeriyê. Dozger, di lêpirsênê de bal kişand ser pevçûnên wextê qedexeyê û destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê di çarçoveya parastina rewa de tevgeriyane. Dozger parast ku ji ber kesên jiyana xwe ji dest dane endamên rêxistinê ne ew nikarin failan ceza bikin.
DOZGER RÛYÊ VEKIRÎ GIRT
Dozger, di beşa hevdîtinên dozgerî û hêzên ewlekariyê ya dosyaya lêpirsînê de cih daye agahiyên şaş. Dozger, îfadeya kesê cenaze wergrtiye bi awayek şaş li beşek din nivîsandiye. Ajokarê wesayîta cenazeyê M.B. di îfadeya xwe de gotiye “Ez çûn ber Nexweşxaneya Taybet a Botanê. Li wir du cenaze di nava bettaniyan de bûn. Li cem cenazeyan jî 4 kesên rû vekirî hebûn. Ez wan nas nakim. Du kes 35-40 salî bû û yên din jî temenê wan mezintir bûn.”
Lê dozger ev îfade şahid a “…çar kesên rû vekirî hebûn” wekî “4-5 kesên rû girtî” guhert û wekî “Roja 09.01.2016’an di saet 14.30’an de 2 kesên exs ên mêr ji aliyê wesayîta cenazeyê yê şaredariyê ve ji 4-5 kesên rûgirtî ve tê girtin…” nivîsand.