* Hevserokê Giştî yê DAD'ê Dursun Demîrtaş diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38'an wekî hev e, ji serdema Osmaniyan heta niha ev polîtîkaya bê encam ma ye, divê dest ji vê polîtîkayê berdin.
* Endamê KCD'ê Dr. Mehmet Demîr bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê û aşkera kir ku dê Efrîn Erdogan biqedîne, ew ji vê bawerin û wiha got: "Heke di Efrînê de bi ser nekevin dê Erdogan biçe, ev silametiya Tirkiyeyê ye."
* Gelên Erep, Tirkmen, Kurd, Elewî, Xiristiyan û Êzidî yên li Efrînê dijîn, li dijî êrîşên li ser Efrînê seferber bûn û mil dan milê hêzên parastina gel.
* Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Çerkez Aydemîr, têkildarî amadekariyên HDP'ê yên li Îzmirê ji bo tevlêbûna 3'emîn Kongreya Giştî ya Asayî ku di 11'ê Sibatê de li Enqereyê pêk bên, agahî dan. Aydemîr, diyar kir ku herî kêm dê ji Îzmirê 3 hezar kesan tev li kongreyê bikin û ji bo xebatên kongreyê li 28 navçeyan koordinasyonên hatin avakirin derî bi derî digerin.
* Derhênerê Sînemayê Yusuf Çetîn, diyar kir ku çand û huner di heman demê de muxalefeta li dijî pergalê ye û wiha got: "Dewlet dixwaze çand, huner û sînemayê li gorî polîtîkayên xwe bi teşe bike û têxe xizmeta xwe. Ger ku tu nexwaze sînemayê li gorî pergalê pêş bixe, xeta sor bi ser te dixin."
* Aborîzan Prof. Dr. Erol Katircioglu, bal kişand ser bandora operasyona li ser Efrinê ya li ser aboriya Tirkiye û wiha got: "Ger ku ev operasyon dirêj bibe û leşker bên kuştin, dê rageşiya navbera Tirkiye/DYA an jî Tirkiye/Rûsya derkeve holê. Ev yek jî dê bandora xwe li ser aboriyê bike.
* Zaroka 8 salî Hena ya li Hatayê dijî wêneyê zarokên Efrînê yên di bin bombeyan de can dan xêz kir. Hena, wêneyê kevoka ku li hewa bombeyê zeft dike û destûr nade li zer zarokan bibare xêz kir û helwesta xwe ya li dijî kuştina zarokan anî ziman.
* Rêxistina HDP'ê ya Wanê ji bo bi girseyî tev li 3'emin Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bibe xebatên xwe li tax û kolanan berdewam dike. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulak, diyar kir ku gelê Wanê dê li dijî hemû zext û zordariyan ji bo bêjin "Em hene" dê biçin Enqere û tev li kongreyê bibin.
* Diyanetê piştî operasyona li ser Efrînê li hemû mizgeftan ferz kir ku qutbeyê pesnê operasyona Efrinê didin bixwîne. Li dijî vê yekê bertek zêde dibin. Muftuyê berê û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimettulah Erdogmuş, diyar kir ku hikûmet dixwaze polîtîkayên xwe yên zextan bi riya meleyan bi civakê bide qebûlkirin û meleyan mecbûrî veazên Dîyanetê dike.
* Dozger îfadeya şahidê kuştina Cebraîl Mungan ê di şerê serdema qedexeya Cizîrê de hat kuştin, M.B. ya "3 kesên rû vekirî" wekî “4-5 kesên rûgirtî” guhert.
* Welatiyên Geverê li dijî sermaya zêde ya zivistanê ji bo bi erzanî xwe germ bikin qalikê findiqan ji Derya Reş dikirin û xwe germ dikin. Welatî kîloya qalikan bi 50 qurişî dikirin.
* Welatî A.B. ji ber bi Otostopê li maşîna A.E. suyar bû û piştre li ser mijara kurd niqaş kirin bi îdîaya “Pesnê sûç û sûcdar kiriye" heta 2 salan cezayê girîgehê doz lê hat vekirin.
* Rêxistina DBP'ê ya Îzmirê dê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlêbûna Hevserokê Giştî ya DBP'ê Mehmet Arslan li Gazino ya Gol pêk bîne. (11.00)
* Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, bi armanca piştgiriyê bidin Efrînê Efrinê dê li avahiya DBP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)