AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li ber mala xwe hat binçavkirin û ji çi tê sûcdarkirin nayê zanîn, 5 roj in di bin çavan de ye.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 22'yê Çileyê de li ber mala xwe hat binçavkirin û hêj li Miduryeta Polîsan a Amedê tê girtin. Parêzerên Guven ji bo agahiyan serî li dozgeriyê dan, lê der barê dosya û naveroka wê de tu agahî negirtin.
Dozger ji bo Guven 7 roj dema binçavkirinê derxist. Tê gotin ku dê dema binçavkirinê dirêj bikin.