Kurdên Ewropa êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê bi girseyî şermezar kir

  • rojane
  • 16:44 27 Çile 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Ewropa bi deh hezaran kurd daketin qadan û êrîşa TSK-OSO ya li dijî Efrînê ku 8 rojin didome şermezar kir. 

Li bajarê Parîs, Montpellier, Rennes, Freiburg, Kassel, Munster, Nûrnberg, Alborg, Vîyana, Tîrol, Den Haag, Zurich, Koln, Bruksel û gelek bajarên Ewropa bi deh hezaran kurd daketin kolanên Ewropa û êrîşa TSK'ê ya di 20'e Çile de li dijî Efrînê dest pê kir û 8 rojin didome şermezar kir. 
 
PARÎS
 
Bi hezaran kesên li Bajarê Parîsê yê Firansayê kom bûn, êrîş û hewldana TSK-OSO ya li dijî Efrînê şermezar kirin. Çalakî saet di 15.00’an de li pêşiya Gare de L’Estê dest pê kir. Pişti girse kom bû dest bi meşê kirin û heta qada Rebûplîqûeyê meşiyan û tev li mîtînga vir bûn. Di mîtîngê de siyasetmedarê Kurd Cûma Tak , nûnerê PYD’ê yê Fransayê û nûnerê MLKP’ê axivîn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Rûsya, Îran û hêzên emperyalîst ji van êrîşan berpirsyar in.
 
MONTPELLIER
 
Li bajarê Montpeillerê yê Fransayê Kurdistaniyan li qada Comedîeyê jî bi hezaran kes kom bûn û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk Cevat Guneş axivî û got, “Çawa ku DAÎŞ li Kobanê têk çû, ew ê Erdogan jî li Efrînê têk biçe.”
 
RENNES
 
Li bajarê Rennesê yê Fransayê bi hezaran kes kom bûn û êrîşên TSK'ê ya li dijî Efrînê şermezar kirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Rennes û derdora wê dijîn ji bo êrîşên TSK'ê şermezar bikin daketin qadan. Girse li Qada Rebûplîqûeyê kom bûn û mîtîngek li dar xistin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku ew ê Tirkiye bi van polîtîkayên xwe bi ser nekeve.
 
FREÎBÛRG
 
Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê bi sedan kes êrîşa li dijî Efrînê bi meşekê şermezar kir. Girseyê alayên YPG û YPJ’ê hildan û ji ber şaredariyê heta navenda bajêr meşiyan. Bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn û bi xwendina sirûdan çalakî bi dawî bû.
 
 KASSEL
 
Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşên Tirkiye ya li dijî Efrînê daketin qadan. Çalakî saet di 14.30’an de li pêşiya postexaneya navendî ya Kasselê dest pê kir. Girse heta Frîedrîchpltazê meşiyan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku bila dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Efrînê bide sekinandin.
 
MUNSTER
 
Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê jî çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. Meş li pêşiya Munster HBF’ê dest pê kir û heta pêşiya Sefarexaneya Tirkiyeyê dom kir. Nezî hezar kesî beşdarî çalakiyê bû.
 
MANNHEÎM
 
Li Elmanya Manhheîmê êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê hate şermezarkirin. Girseya ku civiyayî li Mannheîm Abendakedemiyê civiyan û piştî axafitnan ber bi Alte Feuerwache ve meşiya. Çalakî bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Şehîd namirin’ û ‘dîktator Erdogan bi dawî bû.
 
NÛRNBERG
 
Li Nûrnbergê ya Elmanya Kurdistanî li Hallplatzê civiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin. Di çalakiya meşê de gelek sazî û dezgên Kurdistanî, Elman û Tirk amade bûn. Girse piştî ku qederekê li nav bajêr meşiya vegeriya Halplatzê. Li vir jî mîtîngek hate kirin.
 
AALBORG
 
Li Aalborg a Danîmarkaye Kurdistanî li Meydana Tolboodê civiyan û bi meşekê erîşa Tirkiye ya li ser Efrînê bi dirûşmên dijî bêdengiya Ewropa şermezar dikin, meşiyan.
 
TÎROL
 
Li Tîrolê ya Avûstûryayê Kurdistaniyan êrîşa li dijî Efrînê şermezar kirin û gotin, ‘Terorîst Erdogan’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Bijî Serok Apo’.
 
DEN HAAG
 
 
Li Den Haagê ya Hollanda Kurdistanî li ber Dîwana Edelatê ya Laheyê hatin cem hev û siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz got di her şertî de ew ê parastina Efrînê were kirin.
 
VIYANA
 
Li Viyanayê, paytexta Avûstûryayê jî Kurdistanî êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin, ji ber navenda Navenda Civaka Kurd a Demokratîk dest bi meşê kirin û derdorên sosyalîst jî li ber Operayê hatin cem hev. Piştî axaftinên ku hatin kirin girse ber bi Sefaretaneya Tirk ve meşiya û nêzî sefaretaneya Tirk dauyaniyeke çapemeniyê da.
 
KOPENHAG
 
Kurdistaniyên li Kopenhagê jî êrîş ali ser Efrînê şermezar kirin. Kurdistanî hatin ber maseya Amnesty Înternatîonal û piştre li stesyona navendî çalakiya bêîtîatiya sivîl kirin.
 
ZURÎH
 
Li Zûrîhê ya Swîsreyê jî Kurdistaniyan êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê bi meş û mîtîngekê şermezar kirin. Piştî çalakiyê girse hate stesyona navendî ya trênê û çalakiya bêîtîatiya sivîl kirin.
 

Sernavên din

30/01/2018
09:26 'Derdê serbijîşk veşartina rastiya îstismarê ye'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2018'AN
29/01/2018
17:32 SOHR: Li Efrînê 51 sivîl hatin kuştin
SANA: 86 sivîl hatin kuştin û 198 sivîl birîndar bûne
17:15 Li Mêrsîn û Osmaniyeyê 5 kes hatin berdan
17:10 Rojnamevan Candemîr hate binçavkirin
17:03 Erdogmuş û Yildirim ên HDP: Em li gorî quranê muzakere bikin
16:32 Der barê TTB'ê lêpirsîn dan destpêkirin
16:07 Balafirên şer Tirba dîrokî ya Nebî Hûrî bombe kir
16:00 Zanîngeha Helebçeyê ji bo piştgiriya Efrînê dest bi kampanyayê kir
15:58 Dê doza Dînk sibê dewam bike
15:57 Polisan ji ber gotina Efrînê mudaxaleyî HDP'ê kir
15:37 Vê carê karkerekî li Balikesîrê xwe şewitand
15:30 Serkomiser kirin kesê pispor
15:17 Girtiyê nexweş Keleş rakirin Nexwexaneya Bakirkoyê
15:08 HDP’ê pirsa OSO ji Serokwezîr kir
14:44 'Hûn Efrînê bidin bombekirin li Soçiyê çareserî pêk nayê'
13:34 Di doza Dînk de pirgirêka 'teknîkî!'
13:30 Doza Gulay Yaşar şandin ‘Buroya Lihevkirinê'
13:06 Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê: Herî zêde jin û zarok hatin kuştin
12:39 Polîsan jî got Arîn Mîrkan li dijî DAIŞ’ê şer kiriye
12:22 Mele Bextiyar xwest welatên cîhanê ji bo Efrînê bêdeng nebin
12:21 Kîno: Balafirên Erdogan ji malbata me 18 kes kuştin
12:15 Ewil dizan piştre polîs buroya dovîzê şêland
12:09 Perestgeha Eyn Dara ya 3300 bombe kirin
11:53 Baydemîr ji ber gotina 'Dagirkerî' rastî lêpirsînê hat
11:38 Bi deh hezaran kes li Silêmaniyê ji bo Efrînê meşiyan
11:14 Înce: CHP ji bo neçe ser xeta HDP'ê dengê 'na' da
10:56 HDK: Em karkerên Metalê tenê nahêlin
10:12 Robert Fîsk çavdêriyên xwe yên li Efrînê nivîsî
10:01 'Min dît ku Amed hin bêtir bi hêvî ne’
09:37 Arjantîn û Brezîlyayê piştgirî da gelê Efrînê
09:29 Cezayê dîsîplînê li rojnamevan Orûç birîn
09:29 Dê jin di konferansa sibê de xebatên xwe binirxînin
09:28 'Êrîşa li dijî Efrînê, perçeyeke şerê li Sûrê ye'
09:27 Halê riyên ku qeyûm pesnê xwe bi wan didin wiha ye!
09:27 Polîs: Çi karê te li vir heye biçe li dijî kurdan şer bike
09:26 Gundiyên li ser sînor ji ber OSO'yiyan bi fikarin
09:22 ‘Faşîzm ji deng ditirse'
09:22 Rewşenbirên ji şer re gotin 'Na': Em dê çawa bêdeng bimînin?
09:20 Doza Lîcê sibê ye: Dixwazin dosyayê bigirin
09:20 Barka: Divê li dijî OHAL’ê berxwedaneke bêhempa hebe
09:16 'Kesên aştiyê diparêzin welatparêz in'
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2018'AN
28/01/2018
21:55 Tekane keldaniyê li Silopiyayê Petros Karatay hat berdan
21:16 Avahiya HDP'ê ya Pendîkê hat şewitandin
18:23 Dê cilên yektîpi bişînin fabrîqeya lê hatî çêkirin
18:07 Arslan: Ger ku daxwaza aştî teroristî be taça serê me ye
17:18 Spîkera TRT Haber: TSK'ê gelê sivîl bombe dikirin
16:37 Partiya Keskan: Bila Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê
16:01 Ayşe Nur Zarakolu li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Şerê Efrinê: Îflasa dîplomatîk û siyaseta mecbûrkirinê!
14:39 Li Girê Qestelê pevçûnên dijwar rû didin
13:51 Dayikên Aştiyê: Em ji bo pira aştî û biratiyê amade ne
13:31 Li Şirnexê 11 herên qedexe kirin
13:30 Erdogan: Gavek din em dê Girê Bûseya bixin
13:20 Polîsan di di salekê de bi maşîneyên zirxî 6 jê zarok 21 kes kuştin
10:55 ‘Tu wê demê dubare birayê xwe ji nûve winda dike'
10:40 Ji 9 endamên ESP’ê 8 kes hatin berdan
10:11 Erdogmuş: Meleyan mecbûrî veazên Dîyanetê dikin
09:55 Emê li Trîbunan aştiyê biqîrin
09:54 Polîsan zarokek 10 sali li Cizîrê birîndar kir
09:54 Dr. Demîr: Efrîn dê Erdogan biqedîne
09:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê mirina bi guman
09:31 Xwe bi qalikê findiqan germ dikin
09:30 Ji ber Otostopê doz lê hat vekirin
09:30 Wan dê bi 2 hezar kesan biçin Kongreya HDP'ê ya Enqereyê
09:29 Wêneyê zarokên Efrînê yên di bin bombeyan de xêz kir
09:28 Aborîzan Katircioglu: Şerê Efrînê dê rê li krîza aborî veke
09:28 Îfadeya şahid guhertin: Kesên 'Rû vekirî' kirin 'Rû girtî'
09:27 Derhêner Çetin: Yên muxalif nayên dîtin
09:27 Beriya bê binçavkirin axivî: Dê ji Îzmirê 3 hezar kes tev li kongreyê bibin
09:26 Gel û baweriyên li Efrînê dijîn seferber bûn
09:18 'Ferqa êrîşa li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê tune'
09:01 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2018'AN
27/01/2018
20:40 Polîsan 9 ESP’iyên li dijî cilên yek tîp belavok belav kirin binçav kirin
20:18 TSK: 2 leşker mirin 11 jî birîndar bûn
18:14 Li nêzî Walîtiya Amedê di bîdona çopê de teqîn pêk hat
17:43 Roket 100 metre li tenişta Serfermandarê TSK'ê Akar ket
17:28 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 5 roj in di bin çavan de ye
17:18 Rayedarên tenduristiyê ya Efrinê: 86 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 198 birîndar bûn
16:44 Kurdên Ewropa êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê bi girseyî şermezar kir
16:31 Bila Ufuk Keskîn ê girtiyê nexweş bê berdan
16:18 Li Kabîlê bi ambulansa bombebarkirî êrîş kirin: 95 kes mirin
16:01 Girtiyên Girtîgeha Tarsûsê: Ji ber êrîşên li ser Efrînê rojnameyan nadin me
15:56 ‘Feraseta Guantanamoyê, hişmendiya DAIŞ û êrîşên li ser Efrînê heman feraset e’
15:55 HDP'ê piştgirî da karkerên metalê
15:44 Xebatkarên TV10'ê: Rojnamegeran serbest berdin
15:29 Peyamên Efrînê mohra xwe li kongreyê xist
15:04 Kesên binçavkirî serbest berdin
15:03 Xizmên windayan: Daxwaza aştiyê ne sûc e
14:29 Dayikên Şemiyê: Çi hat serê Maltu yê 17 salî
14:17 Têkçûna li Efrînê, Tirkiye xist nava lêgerinek nû
13:52 DBP'a Wanê êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir
13:29 Li gundê Elî Bîsko şerên dijwar
13:23 Beşikci: Efrîn nabe Kerkûk
13:06 Li Samandagê cemazeyê jinekê hat dîtin
12:39 'Ne mirinê em jiyanê diparêzin'
12:35 Elewiyên Mabatayê: Zilma Dêrsimê gihişt Efrînê
12:07 Girtiyê Elman di ringê de jiyana xwe ji dest da
11:55 Egîtim Senê bertek nîşanî peyama miduryeta perwerdeyê da