ENQERE - Niqaşên ji bo Peymana Kar a Komî (TÎS) ya di navbera karkerên sektorên metal û sendîkayên kardêran de berdewam dike. Ger li hevkirin çênebe, dê karker di 2'yê Sibatê de dest bi grevê bikin. HDP'ê, diyar kir ku ew ê heya dawiyê piştgiriyê bidin karkeran.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê pêvajoya Peymana Kar a Komî (TÎS) ya dinavbera karkerên sektorên metal û Sendîkayên Kardêran ku berdewam dike, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ji aliyê Alîkara Hevseroka HDP'ê Fatma Kurtalan ev hatî îmzekirin û weşandin de, hat diyar kirin ku daxwazên karkerên metalê di cih dene û rastin.
‘GREVA KARKERAN HAT QEDEXEKIRIN’
HDP'ê, da zanîn ku greva karkeran a bi daxwazên mafdar ji aliyê lijneya wezaretê ve bi hinceta 'Ewlekariya Neteweyî' hat qedexe kirin û wiha domand: "Em dixwazin ji hikûmeta AKP'ê bipirsin gelo çima 'Ewlekariya Neteweyî' ewlekariya canê kedkaran nagire nava xwe? MESS, ji bo xwe OHAL weke fersendekê dît û nexwest biçe rêyeke li hevkirinê."
'EM BERXWEDANA KARKERÊN METALÊ SILAV DIKIN
HDP'ê di daxwiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Hemû çalakiyên mafdar bi hinceta OHAL'ê rastî êrîş û binpêkirinan tên. Kedkarên Tirkiyeyê di bin şertên pir xerab de dixwebitin. Emê heya dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana karkerên metalê û têkoşîna wan bilind bikin. Em berxwedana karkeran silav dikin."
hebe bişîne