STENBOL - Xebatkarên TV 10'ê ji bo televîzyona wan bê vekirin hatin gel hev, xwestin hemû kekdarên çapemeniyê serbest bên berdan.
Televîzyona TV 10'ê ya bi Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) hat girtin, xebatkarên wê ji bo televîzyona wan bê vekirin, di hefteya 69'an de li Qada Galatasarayê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Dengê elewiyan TV 10 nayê qutkirin" hat vekirin. Xebatkara TV 10'ê Medîne Meral axivî û aşkera kir ku ji roja destpêkê heta niha dawxazên wan neguherî ne, ji ber bêhiqûqiyên nû, daxwazên wan zêde bûne.
Meral destnîşan kir ku ji ber TV 10 elewî bi hev didan naskirin û ji bev bandor dibûn hatiye girtin û wiha axivî: "TV 10 paşeroj û rojên îro yên civaka elewî tanî bîra wan û bi vê rêyê hemû elewî haya wan ji hev çêdibû. Ji bo hişmendiya me belav bikin kanala me hat girtin. Hemû desthilatdar dixwazin sunnî û tirk wekî hev bin. Sunî û tirkbûn ne tiştekî xirab e. Tişta xirab ne sunîbûn e."
Meral xwest rojnamegerên girtî jî serbest bên berdan, piştî axaftinê helbesta Yannîs Rîtsos a bi navê "Aştî" xwend.
Çalakî bi dirûşma bi dawî bû.