AMED/ÎZMİR - Xizmên windayan û parazvanê mafên mirovan di hefteya 468'an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên windayan bertek nîşanî êrîşa li ser Efrinê dan û gotin: "Li dijî şer daxwaza aştiyê ne sûc e. " Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan jî di hefteyağ 417’an de aqûbeta Maksut Tepeli yê li Stenbolê hat windakirin pirsîn.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 468'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn. Di çalakiyê de xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan kom bûn. Malbatan pankarta ku wêneyê kesên di bin çavan de hatin binçavkirin û windakirin vekirin. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Adnan Orhan, diyar kir ku ew dê heta dawî li aqûbeta windayan bigerin û hesap ji kujeran bipirsin. Orhan, anî ziman ku pêwiste Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin û wiha got: "Divê heta ku heqîqet ronî bibe ev komîsyon lêkolîn bikin û rastiyê ronî bikin û têbikoşin."
‘DAXWAZA AŞTIYÊ NE SÛC E'
Orhan, anî ziman ku daxwaza aştiyê ne sûc e û wiha got: “Dayikên me her hefte li vir daxwazên xwe yên aştiyê tînin ziman. Qerînê xwe yên aştiyê bilind dikin. Êdî canê me jan dide. Me zarokên xwe winda kirin. Em şer naxwazin. Em axtiyê dixwazin. Mixabin îro xwestina aştiyê jî bûye sûc. Lê em dîsa dibêjin daxwaza aştiyê ne sûc e. Dayik tenê aştiyê dixwazin. Naxwazin canê dayikên din bişewitin. Ger ku daxwaza aştiyê tînin ziman ev ne sûc e. Em wekî parazvanên mafên mirovan dibêjin daxwaza aştiyê ne sûc e."
‘CÎNAYETÊ US NEHAT RONÎKIRIN'
Endamê komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin, jî çîroka Ercan Us ê di sala 1993'an de li navçeya Farqînê ya Amedê hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin xwend. Yalçin, diyar kir ku li gorî agahiyê bavê Ercan Us Mehmet Şirin Us, berî bûyerê 3 roj berê Us ji çû navçeya Erdîşa Wanê wiha got: "Dema vegeriya Farqînê saet di 23.00'an de li ber maşîna xwe ji aliyê kesên sivîl ve rat rawestandin. Kesên sivîl ku bi keleşan Us rawestandin. Di êrîşê de bedena wî ji ber guleyan êdî nedihat naskirin. Tevî hemû serlêdan û hewldanên hiqûqî kujer nehatin ronîkirin."
Piştî daxuyaniyê kom 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan jî di hefteyağ 417’an de aqûbeta Maksut Tepeli yê li Stenbolê hat windakirin pirsîn. ÎHD û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan" û “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 417’an de çalakiya xwe li qada Konakê berdewam kirin. Girseya ku li ber avahiya Serokwezîriyê kom bûn, pankarta ku wêneyê windayan li ser heye vekirin. Dîsa pankartên “Ji cilên yek tîp re na" û “Winda diyar in, faîl li ku ne" rakirin. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çiçek daxuyanî da û wiha got: "Êdî Tirkiye bûye qada agir. Hemû mafê heq û azadiyan hatiye binpêkirin. Li dijî Efrînê operasyona TSK û OSO hatiye destpêkirin. Êdî cenaze li kolanan kom dibin. Cenaze li kolanan genî dibin. Divê em li dijî şer bêtir aştiyê bixwazin û bêtir aştiyê biparêzin."
Çîçek piştre aqûbeta Maksut Tepeli yê di 2'ê Sibata 1984'an de li Kuçukbakalkoyê ya Stenbolê hat kuştin pirsî. Çiçek, anî ziman ku piştî darbeya 12'ê Îlonê ya leşkerî di 04'ê Sibata 1980'an de li Erzînganê hat girtin û wiha got: Tepeli 4 mehan girtî ma. Piştî hat berdan koçî Stenbolê kir. Di 2'ê Sibata 1984'an de hat kuştin.
Çiçek, anî ziman ku Tepelî li gorî raporên nexweşxaneyê bi îşkenceyê hatiye kuştin û di bin vê belgeya tenduristiyê de îmzeya Serdozgerê Uskudarê Olgun Alpay û Tabîbê Edlî Kemalettin Artuner heye.
Çiçek, da zanîn ku herî dawî parêzerê malbatê di 22'ê Çileya 20157an de îtîra kirin û ev îtîraza wan dîsa hat redkirin û serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.