Dayikên Şemiyê: Çi hat serê Maltu yê 17 salî

  • rojane
  • 14:29 27 Çile 2018
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 670'yan de aqubeta Mehmet Şirîn Maltu yê di 17 saliya xwe de di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Masîde Ocak di çalakiyê de aşkera kir ku xizmê windayan Mehmet Demîr jî îro jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: "Kekê Mehmet careke din em li vê qadê bê bira hiştin."
 
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqubeta xizmên xwe bipirsin, di hefteya 670'yan de li Qada Galatasarayê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in winda li ku ne?" hat vekirin, qornefîlên sor û laçikên spî yên aştiyê temsîl dikin avêtin ser wêneyên windayan. Di çalakiya îro de wêneyê Mehmet Demîr ê jiyana xwe ji dest dabû jî danîn gel wêneyên din. Demîr kekê Abdurrahman Demîr ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin e.
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Mehmet Şirîn Maltu yê di 17 saliya xwe de hat windakirin hat pirsîn.
 
‘HÛNÊ HÊJ ÇIQASÎ ME BIKUJIN?’
 
Destpêkê dayika Murat Yildiz ê di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz axivî, xemgîniya xwe ya ji bo Mehmet Demîr wiha anî ziman: "Mixabin tenê vê êşê kesên ku dibêjin em mirovin dizane. Em li van qadan yek bi yek dimirin. Dema em li van kolanan yek bi yek bimirin hûnê kudera xwe hine bikin? Çareserî di biratî û mirovahiyê de ye."
 
'EM HESTIYÊN XWE DIXWAZIN'
 
Xwişka Mehmet Şirîn Maltu Perîhan Maltu axivî û ev tişt anî ziman: "Em ê ji bo miriyên xwe an zindiyên xwe dia bikin em nizanin. Em ê yek bi yek bi vê hesretê bimirin. Em hestiyên xwe û gorên xwe dixwazin. Em li van qadan nebin jî dê nevî û zarokên me li van qadan bin." Xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hat windakirin Masîde Ocak jî bal kişand ser Mehmet Demîr ê jiyana xwe ji dest daye û ev tişt got: "Ez 22 salên têkoşîna wî ya li Qada Galatasarayê dizanim. Kekê Mehmet careke din em li vê qadê tenê hişt. Em hemû gelekî bi hêrs in. Emê ji bo kekê Mehmet li edaletê bigerin."
 
Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren xwend.
 
Eren bi gotina "Oxir be kekê Mehmet" dest bi axaftina xwe kir û aşkera kir ku Demîr 22 salan bi wan re li qadê têkoşîn meşandiye û wiha axivî: "Kekê Mehmet got ku 'Min birayê xwe nedît, ezê çawa li rûyê dayika xwe binhêrim.' Piştî windakirina dayika Kesriye Demîr, me kekê Mehmet jî winda kir. Bê deng bû, lê di rojê herî zehmet de li gel me bû."
 
‘QÊRÎNA MALTU HAT BIHÎSTIN’
 
Eren destnîşan kir ku Mehmet Şirîn Maltu li mezraya Zediya ya navçeya Hezoya Êlihê, di 31'ê Çileya 1995'an de hatiye binçavkirin û ev tişt got: "Leşkerên kontrola rê dikin, Maltu peya dikin. Malên hemû gundan heta saet 04.00'ên sibehê qêrîna îşkenceya Maltu bihîstin. Piştre Şirîn hildan birin. Rojtira din saet di 12.00'an de dest û piyên wî girêdayî û di serê wî de tûrik heyî ew careke din anîn gund. Leşkeran bi saetan ew li qadê derb kirin. Malbat û gundiyan aşkera kir ku leşkeran her dem dixwest cih nîşanê wan bike, lê wî her digot 'ez nizanim.' Ji ber îşkenceyê Maltu nema dikare li ser xwe bisekine û leşker wî davêjin maşîneyê. Malbatê serî li Qereqola Bekirhan û Hezoyê da lê, gotin ku ne di bin çavan de ye."
 
Eren derbirî ku kesekî li Tabûra Komando ya Êlihê girtî, piştî serbest tê berdan, aşkera dike ku ew bi Maltu re 6 rojan di bin çavan de maye. Lê ji ber tundiyê vî kesî nexwestiye bibe şahid. Eren pirsa "Çi hat serê Mehmet Şirîn Maltu?" kir û xwest aqubeta Maltu bê zelalkirin.

Sernavên din

30/01/2018
09:26 'Derdê serbijîşk veşartina rastiya îstismarê ye'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2018'AN
29/01/2018
17:32 SOHR: Li Efrînê 51 sivîl hatin kuştin
SANA: 86 sivîl hatin kuştin û 198 sivîl birîndar bûne
17:15 Li Mêrsîn û Osmaniyeyê 5 kes hatin berdan
17:10 Rojnamevan Candemîr hate binçavkirin
17:03 Erdogmuş û Yildirim ên HDP: Em li gorî quranê muzakere bikin
16:32 Der barê TTB'ê lêpirsîn dan destpêkirin
16:07 Balafirên şer Tirba dîrokî ya Nebî Hûrî bombe kir
16:00 Zanîngeha Helebçeyê ji bo piştgiriya Efrînê dest bi kampanyayê kir
15:58 Dê doza Dînk sibê dewam bike
15:57 Polisan ji ber gotina Efrînê mudaxaleyî HDP'ê kir
15:37 Vê carê karkerekî li Balikesîrê xwe şewitand
15:30 Serkomiser kirin kesê pispor
15:17 Girtiyê nexweş Keleş rakirin Nexwexaneya Bakirkoyê
15:08 HDP’ê pirsa OSO ji Serokwezîr kir
14:44 'Hûn Efrînê bidin bombekirin li Soçiyê çareserî pêk nayê'
13:34 Di doza Dînk de pirgirêka 'teknîkî!'
13:30 Doza Gulay Yaşar şandin ‘Buroya Lihevkirinê'
13:06 Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê: Herî zêde jin û zarok hatin kuştin
12:39 Polîsan jî got Arîn Mîrkan li dijî DAIŞ’ê şer kiriye
12:22 Mele Bextiyar xwest welatên cîhanê ji bo Efrînê bêdeng nebin
12:21 Kîno: Balafirên Erdogan ji malbata me 18 kes kuştin
12:15 Ewil dizan piştre polîs buroya dovîzê şêland
12:09 Perestgeha Eyn Dara ya 3300 bombe kirin
11:53 Baydemîr ji ber gotina 'Dagirkerî' rastî lêpirsînê hat
11:38 Bi deh hezaran kes li Silêmaniyê ji bo Efrînê meşiyan
11:14 Înce: CHP ji bo neçe ser xeta HDP'ê dengê 'na' da
10:56 HDK: Em karkerên Metalê tenê nahêlin
10:12 Robert Fîsk çavdêriyên xwe yên li Efrînê nivîsî
10:01 'Min dît ku Amed hin bêtir bi hêvî ne’
09:37 Arjantîn û Brezîlyayê piştgirî da gelê Efrînê
09:29 Cezayê dîsîplînê li rojnamevan Orûç birîn
09:29 Dê jin di konferansa sibê de xebatên xwe binirxînin
09:28 'Êrîşa li dijî Efrînê, perçeyeke şerê li Sûrê ye'
09:27 Halê riyên ku qeyûm pesnê xwe bi wan didin wiha ye!
09:27 Polîs: Çi karê te li vir heye biçe li dijî kurdan şer bike
09:26 Gundiyên li ser sînor ji ber OSO'yiyan bi fikarin
09:22 ‘Faşîzm ji deng ditirse'
09:22 Rewşenbirên ji şer re gotin 'Na': Em dê çawa bêdeng bimînin?
09:20 Doza Lîcê sibê ye: Dixwazin dosyayê bigirin
09:20 Barka: Divê li dijî OHAL’ê berxwedaneke bêhempa hebe
09:16 'Kesên aştiyê diparêzin welatparêz in'
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2018'AN
28/01/2018
21:55 Tekane keldaniyê li Silopiyayê Petros Karatay hat berdan
21:16 Avahiya HDP'ê ya Pendîkê hat şewitandin
18:23 Dê cilên yektîpi bişînin fabrîqeya lê hatî çêkirin
18:07 Arslan: Ger ku daxwaza aştî teroristî be taça serê me ye
17:18 Spîkera TRT Haber: TSK'ê gelê sivîl bombe dikirin
16:37 Partiya Keskan: Bila Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê
16:01 Ayşe Nur Zarakolu li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Şerê Efrinê: Îflasa dîplomatîk û siyaseta mecbûrkirinê!
14:39 Li Girê Qestelê pevçûnên dijwar rû didin
13:51 Dayikên Aştiyê: Em ji bo pira aştî û biratiyê amade ne
13:31 Li Şirnexê 11 herên qedexe kirin
13:30 Erdogan: Gavek din em dê Girê Bûseya bixin
13:20 Polîsan di di salekê de bi maşîneyên zirxî 6 jê zarok 21 kes kuştin
10:55 ‘Tu wê demê dubare birayê xwe ji nûve winda dike'
10:40 Ji 9 endamên ESP’ê 8 kes hatin berdan
10:11 Erdogmuş: Meleyan mecbûrî veazên Dîyanetê dikin
09:55 Emê li Trîbunan aştiyê biqîrin
09:54 Polîsan zarokek 10 sali li Cizîrê birîndar kir
09:54 Dr. Demîr: Efrîn dê Erdogan biqedîne
09:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê mirina bi guman
09:31 Xwe bi qalikê findiqan germ dikin
09:30 Ji ber Otostopê doz lê hat vekirin
09:30 Wan dê bi 2 hezar kesan biçin Kongreya HDP'ê ya Enqereyê
09:29 Wêneyê zarokên Efrînê yên di bin bombeyan de xêz kir
09:28 Aborîzan Katircioglu: Şerê Efrînê dê rê li krîza aborî veke
09:28 Îfadeya şahid guhertin: Kesên 'Rû vekirî' kirin 'Rû girtî'
09:27 Derhêner Çetin: Yên muxalif nayên dîtin
09:27 Beriya bê binçavkirin axivî: Dê ji Îzmirê 3 hezar kes tev li kongreyê bibin
09:26 Gel û baweriyên li Efrînê dijîn seferber bûn
09:18 'Ferqa êrîşa li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê tune'
09:01 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2018'AN
27/01/2018
20:40 Polîsan 9 ESP’iyên li dijî cilên yek tîp belavok belav kirin binçav kirin
20:18 TSK: 2 leşker mirin 11 jî birîndar bûn
18:14 Li nêzî Walîtiya Amedê di bîdona çopê de teqîn pêk hat
17:43 Roket 100 metre li tenişta Serfermandarê TSK'ê Akar ket
17:28 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 5 roj in di bin çavan de ye
17:18 Rayedarên tenduristiyê ya Efrinê: 86 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 198 birîndar bûn
16:44 Kurdên Ewropa êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê bi girseyî şermezar kir
16:31 Bila Ufuk Keskîn ê girtiyê nexweş bê berdan
16:18 Li Kabîlê bi ambulansa bombebarkirî êrîş kirin: 95 kes mirin
16:01 Girtiyên Girtîgeha Tarsûsê: Ji ber êrîşên li ser Efrînê rojnameyan nadin me
15:56 ‘Feraseta Guantanamoyê, hişmendiya DAIŞ û êrîşên li ser Efrînê heman feraset e’
15:55 HDP'ê piştgirî da karkerên metalê
15:44 Xebatkarên TV10'ê: Rojnamegeran serbest berdin
15:29 Peyamên Efrînê mohra xwe li kongreyê xist
15:04 Kesên binçavkirî serbest berdin
15:03 Xizmên windayan: Daxwaza aştiyê ne sûc e
14:29 Dayikên Şemiyê: Çi hat serê Maltu yê 17 salî
14:17 Têkçûna li Efrînê, Tirkiye xist nava lêgerinek nû
13:52 DBP'a Wanê êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir
13:29 Li gundê Elî Bîsko şerên dijwar
13:23 Beşikci: Efrîn nabe Kerkûk
13:06 Li Samandagê cemazeyê jinekê hat dîtin
12:39 'Ne mirinê em jiyanê diparêzin'
12:35 Elewiyên Mabatayê: Zilma Dêrsimê gihişt Efrînê
12:07 Girtiyê Elman di ringê de jiyana xwe ji dest da
11:55 Egîtim Senê bertek nîşanî peyama miduryeta perwerdeyê da