WAN - Rêxistina DBP'ê ya Wan bal kişand ser êrîşa li dijî Efrînê û aşkera kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê gelên li Rojhilata Navîn xistiye nava şerekî demdirêj.
Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a Wanê, bi daxuyaniyekê êrîşa TSK-OSO'yê ya li dijî Efrînê şermezar kir. Daxuyaniya liber avahiya partiyê hat dayîn, wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, rêveberên partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Dayikên Aştiyê beşdar bûn.
Rêveberê DBP'ê Berkan Kizil daxuyanî xwend, diyar kir ku AKP-MHP bi vî şerî gelên li Rojhilata Navîn xistiye nava şerekî demdirêj û dixwaze Efrînê dagir bike.
Kizil destnîşan kir ku şerê li dijî Efrînê bi sorkirina Rûsyayê dest pê kiriye, pêşî li desthilatdariya AKP'ê vekiriye û ev tişt got: "Dê berdêla vî şerî ji bo gelan giran be. Êrîşa li dijî Efrînê, di serî de êrîşa li dijî gelê kurd, êrîşa li dijî hemû hêzên bindest e. Dixwazin qadên jiyanê yên gelê Efrînê dagir bikin û mafên wan ên jiyanê ji holê rakin. Kurdan DAIŞ'a bûbû belaya serê cîhanê ji holê rakir, îro her kes li dijî vê êrîşê bê deng e. Her kesê bêdeng, dê bibe hevkarê vê dagirkeriyê."
Kizil anî ziman ku çareserî ne di şer de ye û wiha pê de çû: "Divê hemû gelê me li dijî vê dagirkeriyê derkeve. Em bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê dikin ku li dijî vê dagirkeriyê bibin deng, em dengê aştiyê bilind bikin."