EFRÎN – Êrîşên li dijî Efrînê ji hewa û bejahî ve di roja 8'an de dewam dike. Li gelek noqteyan di navbera şervanên QSD'ê, TSK û OSO'yê de şerên dijwar rû didin. QSD`ê diyar kir ku gundê Elî Bîska yê navçeya Raco di bin kontrola wan de ye û hêzên wan li dijî hêzên taybet ên tirk şer dikin.
Êrîşa Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayên wê li dijî Efrînê dewam dike. Êrîşa di 20'ê Çileyê de dest pê kir, ji hewa û bejahî ve dewam dike û di navbera şervanên QSD'ê û TSK'ê de şerên dijwar rû didin. Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê der barê îdiayên çapemeniyê tirk de daxuyaniyeke da.
QSD`ê aşkera kir ku artêşa tirk hewl daye gundê Elî Bîska yê girêdayî navçeya Raco bi dest bixe, lê hêzên wan bersiv dane û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. QSD'ê da zanîn ku çapemeniya tirk îdia kiriye ku hêzên TSK'ê gund bi dest xistiye derewin û da zanîn ku gund di bin serweriya hêzên QSD'ê de ne û li herêmê şerên giran rû didin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li herêma Racoyê di navbera şervanên QSD, TSK'ê û hêzên OSO'yê yên girêdayê dewleta tirk de şerên dijwar rû didin.
Duh bişev li dijî navçeya Til Rifet a Şehbayê êrîşên topan pêk hatin. Hat gotin li qadên ku top lêketine sivîl lê dijîn, lê tiştek bi sivîlan nehatiye, gelek malan zerar dîtiye.
Dîsa derûdora Çiyayê Gir û gundên Tobal, Ibêdan, Qurnê, Elî Caro yên navçeya Bilbilê, Çiyayê Şêx Xurzê, bi balafiran bombe kirin. Ji ber bombebaranê zerara madî derket holê.
Ji derveyê van herêman, gundên Hemamê û Hecîskender ên navçeya Cindirêsê jî hatin bombekiri, hat gotin li vir sivîl birîndar bûne.