NAVENDA NÛÇEYAN - Civaknas û nivîskar Dr. Ismail Beşikci operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê nirxand û diyar kir ku Efrîn Kurdistan e û wiha got: "Efrînê dê were parastin. Efrîn dê nebe Kerkûk."
Civaknas, nivîskar û rewşenbîr Dr. Ismail Beşikci ji nûçegîhana Gazete Duvarê Ozlem Akarsu Çelik re mijara Efrînê nirxand û diyar kir ku Efrîn Kurdistan e û wiha got: "Efrîn Kurdistan e. Nêzîkî milyoneke nifûsa wê heye. Efrîn, ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê devera herî bi ewle ye. Zêdetirî 400 hezar Sûriyeyî li Efrînê bicih bûne."
‘ÊRÎŞA EFRÎNÊ LI DIJÎ KURDAN E'
Beşikçî, destnîşan kir ku êrîşa li dijî Efrînê li hemberî hemû kurdan e û divê li dijî Kurdistanê bê xwendin û wiha got: "Herkes vê êrîşê şermezar dike. Lê serokomar û serokwezîr di vê mijarê de li ser gel zextan dikin. Bi vî şeklî derketina kolanan û protestoyên xurt têne astengkirin, însan têne bêndengkirin. Bakurê Sûriyeyê, ji Cizîrê heta Efrînê warê kurdan e. Ji vir re xaka bi bereket tê gotin. Bakurê Kurdistanê, Rojava.. Lê partiya Bees ji bo ku vir ereb bike gelek hewil da xwe. Tirkiye bi operasyona li dijî Efrînê heman tiştî dike. Yanî naxwaze li vir birêveberiyeke kurdî pêk bê, li dijî vê têdikoşe. Lewra divê kurd her tim neheqiya ku li Iraqê li wan bû, li Sûriyeyê li wan dibe, bînine ziman, ev yek girîng e."
‘EFRÎN DÊ NEBE WEKÎ KERKÛKÊ'
Beşikçî, rewşa Kerkukê jî bibîr xist û wiha bi dawî kir: "Dê şer demeke dirêj bidome. Dê Efrînê were parastin. Gelê Efrînê xaka xwe diparêze. Efînê dê nebe weke Kerkûkê. Kerkûk ew devere ku hemû dinya, hêzên navnetewî li ser bûne kom. Şaşiya mezin li Kerkûkê kurd din ava xwe de perçe bûbûn. Komek derket ku bi dijmin re li hev kir. Efrînê ne wisa ye. Tevî mudaxeleyan xuyaye nikare bi pêş de biçe. Gelê Efrînê tevî mudaxeleyan bajar ne terikand, ev gelek girîng e."