AMED - Wekîlê DTP'ê yê berê Osman Ozçelîk ê bi Tayyîp Erdogan re di heman wêneyê de cih girt, da zanîn ku dema Erdogan di sala 1991'an de Serokê Partiya Geşdariyê (RP) ya Stenbolê bûye, bi partiyên muxalîf re li dijî êrîşa Amerîkayê li ser Iraqê meş pêk aniye û ew jî bi Erdogan re tev li meşê bûye û wiha got: "Erdogan îro di nava nakokiyên mezin de ye."
Rêveberên HDP'ê bi gotina 'ji şer re na' xwedî li aştiyê derketin, Serokê Giştî ye AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan got ku 'Em ê li stûyê wan sîwar bin' û operasyona li dijî Efrînê parast. Lê di wêneyên ku li ser medyaya civakî belav bû, derket holê ku Erdogan jî berî dijberiya şer kiriye.
Pişti operasyona li dijî Efrînê Erdogan li Bursayê axivî û wiha got: “Heta ev PKK, PYD û YPG nemîne em ê wan biqedînin. Ha ez ji were dibêjim, teqes guh nedin van û dernekevin kolanan, dê berdêla wê ji bo we gelekî giran be. Ev têkoşîna neteweyî ye kî/ê derkeve pêşberî me, em ê wan bipelixînin û derbas bin. Bila ev wiha bê zanîn." Erdogan bi van gotinan di serî de gef li HDP'ê û hemû kesên dijberê operasyonê xwar.
‘BERÎ 27 SALAN DIJBERÊ ŞER BÛ’
Lê heman Erdogan dema di sala 1991'an de Serokê Partiya Geşdariyê (RP) bû, li dijî Şerê Kendavê yê Amerîkayê li dijî Iraqê dabû destpêkirin derketibû. Erdogan bi 7 muxalîfên di Partiya Ked a Gelan (HEP) a ku HDP jî ji wê kevneşopiyê tê re, daxuyaniya hevpar dabû û meş pêk anîbû.
Wêneyê ku li ser medyaya civakî hat parvekirin, di serî de Partiya Geşdariyê ya Stenbolê ku Erdogan serokatiya wê dike, Serokê HEP'ê yê bajêr Osman Ozçelîk, Serokê SHP'ê yê bajêr Ercan Karakaş, Alîkarê Serokê DYP'a bajêr Recaî Diblan, endamê MKYK'a SBP'ê Yusuf Işik û Erol Kizilelma, Serokê SP'yê yê bajêr Mustafa Bîrçek, Seroka TBKP'ê ya bajêr Zeynep Vardal û endamê Partiya Keskan Başer Kafaoglu cih digirin.
Wêneyê ku di meha çileyê ya 91'an de hatiye kişandin, Wekîlê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ê Sêrtê û Serokê Kurt-Penê Osman Ozçelîk e. Ozçelîk li ser dema çûyî rawestiya û aşkera kir ku Erdoganê wê demê dijberî şer bû, îro bi gef û guran serkêşiya şer dike.
Ozçelîk destnîşan kir ku wan ji Emînonuyê heta Taksîmê bi Erdogan re belavok belav kirine û wiha got: "Danezana li dijî şer me bi hev re belav kiribû, lê tu kesî em neşopandin û binçav nekirin. Der barê me de lêpirsîm nehat vekirin. Her çendî wê demê astengiyên li dijî azadiya remanê hebe jî ji hişmendiya desthilatdariyê ya niha gelekî pêşketî bû. Erdoganê wê demê bi me re dijberiya şer dikin, îro gefan li dijberên şer dixwe."
Ozçelîk da zanîn wê demê çapemenî hêj azadtir bû û der barê êrîşên li dijî kurdan de ev tişt got: "Tu aliyê mafdar ê êrîşa li dijî Efrînê tune. Gelê Rojava tenê kevirek jî neavîtiye Tirkiyeyê. Bi sedan balafiran êrîş ne rewa ye. Sedema van hemû êrîşan jiyana demokratîk a kurdan e. Vê yekê tehmul nakin."
‘JI BO AXA XWE TÊ DIKOŞIN’
Ozçelîk anî ziman ku dema mijar dibe kurd, hemû partiyên dewletê bi yek zimanî dijberiya kurdan dikin û wiha pê de çû: "Kurd tenê ji bo mafên xwe yên hatin xespkirin tê dikoşin. Li dijî van êrîşan, dê kurd di nirxên neteweyî de bên gel hev. Her çendî kurd xwedê fikrên cuda bin, dê ji bo parastina nirxan bibin yek deng."
MA / Cîhan Olmez - Devran Toptaş