ÎZMÎR – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Îzmirê bertek nîşanî şerê li dijî Efrînê dan û bang li malbatên leşkeran kir û gotin: “Dema zarokên xwe dişînin leşkeriyê dibêjin 'Bila tiliya we li kevir nekeve'. Tiliya wan li kevir nakeve lê bedena wan dikeve axê. Cenaze dişînin malbatan."
Êrîşa TSK'ê yê li dijî Efrînê di roja 8'an de berdewam dike. Heta niha di şer de di êrîşa tang, top û balafirên şer de bi dehan zarok û sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Gelek xaniyên welatiyan xera bûn. Bertek û nerazîbûnên li dijî şerê li ser Efrînê roj bi roj zêde dibe.
Li gorî daxuyaniya YPG’ê heta niha 14 endamên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya TSK’ê jî 4 leşkerên TSK'ê û 6 endamên OSO bi giştî 10 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
DAYIKÊN AŞTIYÊ: EM BI MALBATÊN LEŞKERAN RE VÎ ŞERÎ RAWESTÎNIN
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Îzmirê bertekên xwe yên li dijî operasyonê anîn ziman û xwestin ew û malbatên leşkeran dest bidin he. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Cemile Aydin, diyar kir ku êrîşa AKP’ê ya li dijî Efrînê ne êrîşa dawî ye û wiha got: "Operasoyna TSK'ê ya li dijî Efrinê li dijî gelên Sûriye û Tirkiye ye. Di dîrokê de heta niha kijan dîktator di nava şer de cih girtibe, di sergoyê dîrokê de winda bûne. Her dem ne yên zilm kirine, yên ku jibo aştiyê têkoşiyane tên bibîr anîn. Dawiya şerê Efrînê tune ye. Gavekê jî pêşve neçûne. Yên ku zerar ji vî şerî dîtine gelên sivîl û leşker in. Leşker li ser sivîlan bombe dibarînin. Heta niha mirovên Efrînê sînor derbas nekirine. mirovên li Tirkiye qetil nekirine. Sînor îhlal nekirine. Bila dayikên leşkeran bibînin ku bi destê xwe zarokên xwe dişînin ser mirinê. Ez bang li dayikên leşkeran dikim û dibêjim malbat û zarokên her kesî hene. Em destê xwe bidin hev û vî şerî bi hevre rawestînin."
‘AKP'ê ŞAXA ZEXTÛNÊ KIR AMÛRÊ ŞER'
Aydin, diyar kir ku AKP'ê şaxa Zeytûnê ku wateya aştiyê ye berovajî kir û kir amûrê şer û wiha got: "Piştî Şerê li dijî Efrinê yên banga aştiyê dikin tên binçavkirin û girtin. Bi salan e em li qadan aştî û edaletê dixwazin. Em bang li AKP’ê dikin û dixwazin dest ji vê dijminantiyê berde. Em dixwazin ji bo aştiyê gavan bavêjin. Ji bo ziman, çand û nasname azad bibe gavan bavêjin."
‘KURD, EREB Û TIRK TÊN KUŞTIN'
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin jî diyar kir ku di operasyona li dijî Efrînê de ne tenê gelê kurd tên kuştin û wiha got: "Di vî şerî de tenê kurd nayên kuştin. Li Efrînê Ereb, Tirkmen, Arnavût Êzîdî û Suryanî bi hevre dişîn. Li hemû derê cîhanê şer heye. Yên bi xwînê xwedî dibin dixwazin her dem çekan bifiroşin. Tenê li xwe difikirin. Ger ku bi rastî DYA û Rûsya aştiyê dixwazin dikarin vî şerî rawestînin. Şer nebûya ne leşker û ne jî sivîl dihatin kuştin."
‘BILA DAYIKÊN LEŞKERAN JÎ RABIN'
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Perihan Kortak jî polîtîkayên AKP’ê yên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "AKP bi êrîşên li ser Efrînê encam bi dest naxe. Em bang li malbatên leşkeran dikin ku rabin ser piyan. Dema zarokên xwe dişînin leşkeriyê dibêjin 'Bila pêçiya wan li kevir nekeve û xwîn nebe' Pêçiya wan li kevir nakeve, lê bedena wan dikeve axê. Bedena wan a bê ruh diçe malbatan. 40 salin şer didome. Hêsirê çavê dayikan êzî duha bûye. Bila êdî dayik rabin ser piyan. Em bi hevre ji bo şerê li Efrînê rawestînin têbikoşin. Em ne alîgirên şer in. Em alîgirê aştî, biratî û edaletê ne."
MA / Ayşe Sürme