MÊRDÎN - Welatiyên Nisêbînê peymana ji bo avahiyên TOKÎ yên li taxên wan ên hatine xerakirin hatin avakirin, îmze nakin. Rayedarên fîrmayên taşeronê, hewl didin welatiya qaneh bikin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî qedexeya derketina derve ya di navbera 14'ê Adarê û 25'ê Tîrmeha 2016'an hat îlan kirin, li taxên Abdulkardîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdin û Kişlayê 6 hezar 181 mal zirar dîtibûn û bi sedana kargeh jî hatibûn xerakirin. Di van taxan de, Lijneya Wezaretê di 9'ê Îlona 2016'an, li gorî hejmara 6306'an a "Qanûna Derbarê Veguherandina Qadên Dibin Rîska Afetê de" weke "Qada bi rîsk" îlan kir.
TENÊ 280 KESAN PEYMAN ÎMZE KIRIN!
Piştî gelemperîkirina taxan, Wezareta Derdor û Bajarvaniyê û Îdareya Avahiyên Giştî (TOKÎ) dest bi lêkirina 4 hezar û 800 avahiyan kirin. Ji bo peymana avahiyên hatin amade kirin, heya niha tenê 280'î kesan îmze dane. Bi hezaran mabatên xaniyên wan hatin rûxandin, ji ber ku bêyî daxwaza wan avahî çêkirin, projeya TOKÎ dest danî ser nîvê milkê wan û ji bo avahiyê bidin wan, dê wan deyndar bikin, peymanê îmze nakin. Her wiha gelek malbatên dixwazin wan li TOKÎ'yan bi cih bikin, mafê wan ê xwedanê û sitirînê tên îhlalikirin.
PLANA HERÊMA TAMPON
Ji ber ku navçe çîranê bajarê Qamişlo yê Federasyona Bakurê Sûriyeyê, tê xwestin ku li ser xeta sînor "Herêmeke tampom" avabikin û ev yek gelek çaran dibe mijara gotinê. Çawan ku ev herêm bê avakirin, welatiyên milkê wan hatin gelemperîkirin, dê li beşa 1. Etapa 1. a avajiyên TOKÎ yên li herêmê bên bi cih kirin.
GAVA XWESTIN DIKARIN DEST DANIN SER NÎVÊ ARAZIYAN
Di çarçoveya biryara Lijneya Wezaretê de, ligel ku hatiye gotin xwediyê mal û kargehên hatin rûxandin, li ku derê bixwazin dikarin wirde bi cih bibin, lê avahî û kargehên tên çêkirin plan dikin ku bi kureyan li gel belav bikin. Çardin Midûyeta Bajêr a Derdor û Bajarvaniyê ya Mêrdînê di peymanê de, Komîsyona Nirxandina Xwedî Maf erka dikare dest dane ser nîvê qadên xwediyên erdana.
TEKANE ÇARESERÎ DOZ VEKIRINE
Dîsan di peymanê de tê gotin "Xwediyên mafan dikarin, malên xwe bifiroşin, an jî dewrî hinek kesên din bikin." Bi vê yekê cardin xwediyên malan bi TOKÎ'yan ve girê didin. Ji bo xwediyê malan karibin vê yekê bikin jî şerte ku peymanê îmze bikin. Li dijî van hemûyan xwediyên malan tenê dikarîn doz vekin û evê yekê îtîraz bikin.
RASTÎ GEFÊN RAYEDARAN HATIN
Welatiyên araziyên wan hatin gelemperîkirin, peymana ji bo li avahiyên TOKÎ bi cih bibin, ji ber dest danîn ser nivî milkên wan û dixwazin wan deyndar bikin îmze nekirin. Li ser vê yekê fîrmayên taşeronê yên avahî lêkirin, ketin nava tevgerê û ji bo malbatan qane bikin bi telefonê li gelek kesan geriyan. Ên ku qane nebûn jî rastî gefên raydaran hatin
MA / Ozgur Paksoy