Gardiyan: Em ê we li vir birizînin

  • rojane
  • 09:53 27 Çile 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Sumeyya Gok a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê dimîne, diyar kir ku gardiyanan êrîşî wan kiriye û ew xistine hucreyê. Gok bi lêv kir ku gardiyanan ji wan re gotiye "Hûn terorîst in, em ê we li vir birizînin" û bi mirinê gef li wan xwarine. 

Sumeyya Gok a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê dimîne, bi riya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin çê kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi wan re rû bi rû dimînin ragihand. Her wiha malbatê di dema hevdîtinê de dengê Gokê tomar kir. Gok li qawîşa C-3'yan dimîne û derpêş kir ku piştî êrîşa li hemberî Efrînê gelek gardiyan hatine qawîşê, êrîşî girtiyan kirine û bi mirinê gef li wan xwarine. 
 
GARDYAN: EM Ê WE LI VIR BIRIZÎNIN 
 
Gok bi lêv kir ku li girtîgehê her diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin û ev tişt gotin: "Li vir rewşa me nebaş e. 30 an jî 35 gardiyan tevî sergardiyan û sermudur sibehê ji bo hejmariyê hatin qawîşan. Bêyî hejmariyê bikin gotin 'êrîş bikin, li wan bidin' û êrîşî me kirin. Ji me re gotin 'hûn terorîst in, em ê we li vir birizînin.' Hevalek me di serşokê de bû. Gotin 'em ê wê tazî bibînin.' Hevalên jin  gotin 'dengê wê bes e, dengê wê bibihîsin, hejmariya xwe bikin û biçin.' Lê belê gardiyanan bi israr xwestin heval bibînin. Me jî got hûn nikarin tiştekî wisa bikin." 
 
Gok diyar kir ku telefon bi zanebûnî tên girtin, daxwazname û giliyên sûcî naşînin derve û îdareya girtîgehê naxwaze tiştên li hundur diqewimin derve bi wan bihese. Gok ev tişt gotin: "Bi mirinê gef li me xwarin. Biçin bi çapemeniyê re parve bikin. Em derb kirin. Li min, Nazli Songul, Gulîstan Oztekîn û hevaleke me ya bi navê Garîp xistin û em xistin hucreyan. Niha ji bo me doza cezayê hucreyê dikin. Dixwazin me bibin hucreyan û li wir me bikujin." 
 
‘LI HER DERÊ MIN ŞOPA NENÛKAN, POSTALAN Û MORAYÎ HEYE' 
 
Gok, bi lêv kir ku wan rapora derbkirinê wergirtiye, lê belê der barê gardiyanên hatine derbkirin de tu kirarî nehatine kirin û wiha domand: "Bi ser de jî ceza li me birîn. Du rojin di nav nivînan de me. Li ser ruyê min, li ber çavê min û li her derê min morayî hene. Li ber çavê mudurên girtîgehê û sergardiyanan li me dan û bi lingê tazî em birin hucreyan. Ji me re gotin 'Ev der Tarsûs e, êdî em ê dilopek av jî nedin we.' Li qawîşên 10 kesî, 20-25 kes dimînin. Dema em doza mafê xwe dikin, ava germ nadin me. Xweşikî nan nadin me. Hîn nû nû têm ser hişê xwe. Hevalên min ez dibirim lawaboyê û tanîn. Taqet di min de nemabû rabim ser piya. Hevalên min ez dibirim xwarinê. Li her derê min şûna şopên nenûkên gardiyanan û postalên wan hene. Mudur van mirovan diparêze û xwe li bêdengiyê datîne." 
 
Gok destnîşan kir ku wan gilî kiriye û wiha bang kir: "Em li vir gilî dikin, daxwaznameyan dinivîsin lê belê naşînin derve. Em ê ji parlementeran, Meclîsê, ÎHD'ê re daxwaznameyan binivîsin. Em ê gilî bikin. Em ê ji komîsyona şopandinê ya girtîgehê re binivîsînin. Ev hemû piştî operasyona Efrînê rû dan. Ji kerema xwe dengê me bibihîzin." 
 

Sernavên din

27/01/2018
11:35 Ozsoy ê HDP'î: Kampanya hilbijartina Serokdewletiyê bi dagirkeriya Efrinê dest pê kir
11:34 Polîsê ku Barlak kuşt serbest berdan
11:23 Ozçelîk: Me ji Emînonuyê heta Taksîmê bi Erdogan re belavok belav kirin
11:07 Dayikên Aştiyê bang li malbatên leşkeran kirin: Em bi hevre şer rawestînin
11:05 Welatiyên TOKÎ nexwestin, rastî gefên rayedaran hatin
10:17 Ceyş El-Suwar: Êrîşên li ser Efrînê encamên peymanên bazirganî li ser xwîna sivîlan e
10:04 Dozger daxwaza malbatan a ji bo hevdîtina Ocalan red kirin
09:53 Gardiyan: Em ê we li vir birizînin
09:52 HDP'a Stenbolê plan dike ku bi 200 otobusan beşdarî kongreyê bibin
09:50 Eksperê Rûs Vladîmîr Yevseyev: TSK li sînorên Efrînê asê ma
09:48 Bi pîrozbahiya Ras-El Senî çanda xwe diparêzin
09:44 Tevî cenaze teşhîskirin dîsa nadin malbatê
09:21 Girtiyên hejmariya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:20 Şerê li derdora wan dibe sedema tirs û bêhêvîtiyê
09:10 Ne îstismarkar, lê kesê giliyê îstismarê kir ji kar hat avêtin
09:10 Sîsê Bîngol a 78 salî 3 rojan di rîngê de hiştin
09:09 'Ji bo kesên Suleyman Şah veguhastin kulmek ax pir tê dîtin'
09:09 'Şer û Rewşa Awarte zirarê didin tenduristiyê'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:19 UNICEF: Balafirên TSK'ê herî kêm 11 zarok li Efrînê kuşt
26/01/2018
17:44 Rojnamevan Îshak Karakaş hat girtin
16:12 Rojnameger Demîr hat berdan
16:08 Şêwra Yekîtiya Kurd berxwedana Efrînê silav kirin
15:51 HDP'ê li dijî şer banga tekoşîna hevpar kir
15:30 Baroya Amedê: Edaleta deng mayî ne edalete
15:23 Hevserokê HDP’ê yê Dêrgulê binçav kirin
14:59 Ji Dayikên Aştiyê bangek girîng
14:58 Saziyên Sîvîl A Aştîxwaz: Êdî kurdan wakî astengî li pêş xwe nebînin
14:55 Lêpirsîn li parastinê vekirin
14:43 Platforma Têkoşîna Li Dijî Yek Tîpê ava bû: Em nabin yek tîp
14:04 Erdogan, TTB a got 'Ji şer re na' kir hedef
14:01 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:54 Gulmen û Ozakça dawî li çalakiya grevê anîn
13:48 Operasyona Erfînê: 8 kes binçav kirin, kesek girtin
13:40 Gelê Efrînê: Mîna dara zeytûnê em bûne yek
13:32 Bi hinceta OHAL û Efrînê zextan li Kiliç dikin
13:15 Rojnameger Salaz: Ev şer dê statduya kurdan diyar bike
12:42 Elîaçik: Hişmendiya Sêva Sor şirîkatiya Xwedê ye
12:20 Balafiran Navçeya Mabata bombe kir: Cenaze ji bin kavilan derxistin
12:11 Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê destpê kir
12:04 ‘Çareserî ne li Rûsya û DYA'yê, li gel Ocalan e’
12:01 Swêd daxwaza rojnameger Emeç a penaberiyê red kir
11:53 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye'
11:19 Dîroknas Aydın: Osmanî ji ber xeyalên Sêva Sor rûxiya
11:02 Êzidiyên Şengalê: Bila Erdogan baş zanibe Efrîn ne bi tenê ye
10:49 Malperên Jinnews û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa asteng kirin
10:36 Siyasetmedar û rewşenbîran ji bo Efrînê bang li cîhanê kirin
10:18 Hikûmet ji bo piştgiriya şer çav berda lîstikê şensê
10:11 Şêniyên Sûrê: Dê li Efrînê jî winda bikin
09:35 Rûsyayê dîsa li kurdan bêbextî kir
09:34 Ekolojîst: Divê em bi cesaret aştiyê biparêzin
09:33 Ji bo tesîsa fosfatê ya Cengîz Holdîngê cihê qereqolê hat guherandin
09:32 94 hevşaredar 10 caran ji peywirê hatin dûrxistin
09:31 Hiqûqnas: Aştî heq e, divê jê neyê tirsandin
09:31 'Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye'
09:30 ‘Dewlet tişta nekaribû di 12'ê Îlonê de bike, dixwaze niha bike'
09:24 Xebatkarê TV10'ê: Ew bigirin jî em ê dengê xwe ragihînin
09:24 Hejmara 8'an a Kovara Jîneolojiyê derket
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2018'AN
25/01/2018
23:59 Êrîşa li hemberî Minbicê hat şikandin
20:06 Dîsa serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
19:59 Rojnamevan Ozkan û Serkan Erdogan hatin berdan
18:40 Wê Rojnamevan Îshak Karakaş sibê sewqî dozgeriyê bê kirin
16:48 Malbatên Robosê: Xwestina aştiyê sûc e
16:22 Piştî dîmenên Efrînê, Almanya proje rawestand
16:15 HDP'iyan malbata Taniş û Denîz ziyaret kirin
15:50 Koordînasyona Dijberî Şer: Şer ne lîstoka kompîtûrê ye
15:44 Polîsan rojname Welat çirand
15:32 Nasnameya kesên li Efrînê birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
15:12 Çalakiyên li dijî êrîşa li Efrinê didomin: Emê li dijî şer di ber xwe bidin
14:57 Dayikên Aştiyê: Hewara me Efrîn e
14:37 2 endamên meclisê li Erdîşê hatin berdan
14:27 Rojnameger Hurtaş û endamê HDP’ê Bulbul hatin berdan
14:10 Baydemîr: Berpirsiyarê hemû kuştiyan AKP, MHP û CHP ye
14:06 Amadekariyên kongeya HDP'ê ber bi dawî ve diçin
13:42 DÎK'ê bi ayetan bersiv da fermana Diyanetê
13:05 22 rêxistinên sivîl piştgirî da Efrînê
12:57 Rolling Stone: Kurd careke din tenê ne, lê vê carê dizanin dê çawa şer bikin
12:55 Nûnerên kurd ji bo yekîtiyê dicivin: Rojeva sereke Efrîn e
12:25 Angaşta cilên yek tîp şandin Girtîgeha Êlihê
12:14 Parêzerên Ocalan 725 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
12:11 Sendîkaya Îngilîz UNISON ji bo Efrînê Wezîrê Brîtanyayê hişyar kir
12:03 Sînorê birçîbûnê hezar û 615 tl ye
11:55 Fermandarê çeçen ê di lîsteya 'terorê' de tev li operasyona Efrînê bû!
11:43 Gelê Efrînê: Bila cîhan ji Erdogan re bêje 'Raweste'
10:58 Hêvî Mistefa: Hêzên navneteweyî li gel Tirkiye di şer de cih digirin
10:49 Hizr û xeyalên girtiyan nayên hepiskirin
10:48 Derket holê ku polîsan Seferî Yilmaz îxbar kiriye
10:33 Welatiyên ku maşîneya zirxî li wan dan hêj tên dermankirin
10:25 Li Şirnexê vê carê berê xwe dan dermanxaneyan
10:24 Prof. Jongerdan: Wekî Kobanê li Efrînê jî dê berxwedan encamê diyar bike
10:04 ‘Parastina aştiyê ne sûc e’
09:55 Îdareya Arizîkirinê dest bi firotina zeviyên tenduristiyê kir
09:26 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Em ê vir veguherînin Efrînê
09:24 Tevî 5 zarokên xwe li xaniyekî yekodeyî dijî
09:24 Belgefîlma Serhildana Qoçgiriyê hat kişandin
09:23 ‘Wê êrîşa Efrînê dawiya Qesrê bîne'
09:12 Girtîgehê xwest ferhenga tirkî-kurdî bê wergerkirin!
09:11 ‘Divê destûr neyê dayîn zarok cardin travma derbas bikin’
09:10 Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye