ÊLIH – Li gel testa DNA’yê ya cenazeyê endamê YPS’ê Yunus Dilmaç bi encam bûye û xwîna wî û malbatê li hev hatiye jî, cenaze nadin malbatê. Birayê Dilmaç, Necmî Dilmaç diyar kir ku li gel cenazeyê wan hatiye tespîtkirin jî nadin wan û got: “Nedana cenaze ne li gorî tu krîterê, ol û ehlaqê ye.”
Di “qedexeya derketina derve” de ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Yunus Dilmaç (Dilgeş Çekdar) jiyana xwe ji dest da. Li gel testa DNA’yê ya cenazeyê Dilmaç bi encam bû û xwîna cenaze û malbatê hev girt jî cenaze nadin malbatê. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora encama DNA’yê ya ku xwîna Dilmaç û dayika wî Salîha Dilmaç li hev hatiye da malbatê jî lê hêj malbat cenazeyê xwe wernegirtiye û nizane li ku ye.
Birayê Dilmaç, Necmî Dilmaç diyar kir ku li gel cenazeyê wan hatiye tespîtkirin û xwîn li hev hatiye û DNA bi encam bûye cenaze nedan wan û li gel hemû hewldanan nikarin cenaze werbigirin û nizanin cenaze li ku ye.
‘XWÎN HEV GIRTIYE LÊ CENAZE NADIN’
Dilmaç bi bîr xist ku birayê wî di nîsana 2016’an de li Nisêbînê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye û got: “Bi dawîbûna qedexeyê re me serî li dozgeriyê û saziyên tiba edlî yên derdorê da. Cara ewil min nimûneya xwînê da. Me xwîn li Rihayê da û encam jê negirt. Pişt re dayika min serî li Serozgeriya Komarê ya Nisêbînê da û nimûneya xwînê da. Piştî dayika min xwîn da li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê tespîta DNA’yê girt û bi encam bû. Li gel ku ji sedî 99.99 cenaze hatiye tespîtkirin jî hêj em nizanin cenaze li ku ye. Di destê me de belgeya fermî ya ku xwîn li hev hatiye heye. Lê dewlet ji me re dibêje ‘Cenazeyê we derketiye’ lê der barê ku cenaze li ku agahî nade û ji me re nabin alîkar.”
‘DI TU OL Û EHLAQÊ DE EV YEK TUNE YE’
Dilmaç da zanîn ku ew texmîn dikin cenaze li Senbolê ye û wiha got: “Lê ev agahî ne fermî ye. Ji ber ku me ji dozgeriyê belge nesitendiye nikarin serî li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê bidin. Ev hikumet xwe wek dewletek oldar dide nasîn. Lê ew bi xwe ji cenazeyan re rêz nîşan nade. Hz. Muhammed bi xwe jî gotiye ku pêwîste ji cenazeyên Yahudiyan re rêz bê nîşandan. Lê dewletek wisa xwe îslamî dide nîşandan du sal e cenaze nadin malbatê. Nedana cenaze ya malbatê di kriter, ol û ehlaqê de tune ye. Cenaze bidin bila dilê dayikan ne şewite. Em daxwaz dikin bi lezgînî cenaze bidin me. Nedana cenaze ne li gorî tu hiqûq û nirxê gerdûnî ye.”
MA / Metin Yoksu – Bilal Güldem