WAN - Sîsê Bîngol a 78 salî ku dema sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê kirin sê rojan di wesayîta rîngê de hiştin. Rewşa tenduristiya Sîsê roj bi roj her diçe xerabtir dibe. Sîsê ku bi nexweşîna dil û pişikê bû diranên wê jî şikestin û bi alîkariya hevalên xwe yên qawîşê dijî.
Sîsê Bîngola 78 salî ya ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hat kirin, her diçe tenduristiya wê xerabtir dibe. Di 4'ê Cotmeha 2017'an de bêyî ku hayê wan jê hebe, tevî Bîngolê gelek girtî hatin sewqkirin û ji ber ji bo tedawiyê çûyîna bi wesayîta rîngê ya Enqereyê red kiriye, wê nebirine.
DIRANÊN WÊ ŞIKIYAN
Keça wê Hasbîke Kanmaz, destnîşan kir ku ji roja ku sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatiye kirin heta niha pirsgirêkên wê yên tenduristiyê zêde bûne. Kanmaz diyar kir ku herî dawî wê roja Çarşemê bi riya telefonê bi diya xwe re peyiviye û diya wê gotiye gelek nexweşînên wê hene. Kanmaz ev tişt gotin: "Ma wê jineke 78 salî di nav çar dîwaran de çi qasî baş be? Roja Çarşemê bi telefonê min bi diya xwe re xeber da. Her diçe tenduristiya wê zêdetir dibe. Bi zorê deng jê derdiket. Tim behsa zor û zehmetiyên wir dikir. Ji ber emrê diya min zêde ye, em nizanin dê li wir çi qasî îdare bike. Diranên diya min taxim bûn. Herî dawî dema geriya got diranê wê yên jorê perçe bûne. Got ew bi zorê xwarinê dadiqurtîne. Çûye cem bijîşk, jê re gotine 'Ancax em dikarin te bişînin Enqereyê.' Diya min jî gotiye 'ez naçim.' Sedema ku diya min neçûye, ew e ku dema wê ji Mûşê sewqî Tarsûsê kirine 3 rojan wê bi wesayîta rîngê birine. Ji ber wê diya min dîsa bi rîngê bibin, qebûl nekiriye."
'HEVALÊN WÊ LÊ DINERIN'
Kanmaz destnîşan kir ku jinên li girtîgehê li diya wê dinerin û ev tişt gotin: "Jixwe dema bijîşk diranê wê kontrol kirine gotiye ancax li Enqereyê dikare bê tedawîkirin. Dema diya min ji bo nexweşînên xwe diçe bijîşk dermanan didinê û wê dişînin. Diya min zaf hestiyar e, dema di telefonê de bi min re dipeyivî got 'ji ber pir dikuxum ne ez û ne jî hevalên min radikevin. Ew jî ji ber min nikarin rakevin. Nîvê şevê radibin dermanan didin min, exlamûrê dikelînin. Nizanim ez ê çi bikim, ji ber van nexweşînan ez wan jî nerihet dikim. Hemû bi min re eleqedar dibin, bi saya wan li ser piya me.' Dema min ev bihîstin dilê kin peritî. Dest û piyên me girêdayîne. Niha ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li Stenbolê me. Ez ê di hevdîtina vekirî ya 1'ê Sibatê de serdana diya xwe bikim. Em rewşa wê zaf meraq dikin. her ku digere ez û xwişka xwe digirîn. Tiştek ji destê me nayê. Niha tenê xwesteka min ew e ku diya min bê malê."
DENGÊ ME BIBIHÎZIN
Kanmaz destnîşan kir ku berê jî diya wê ji dil û pişika xwe nerihet bû û ji bo vê rewşê bang li raya giştî kir û wiha got: "Êdî nikare di nava çar dîwaran de îdare bike. Ji kerema xwe bila her kes dengê me bibihîse."