ÎZMÎR - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Îzmîrê Dr. Fatîh Surenkok bertek nîşanî zext û zoriyên li ser xebatkarên tenduristiyê dan û got şer û Rewşa Awarte tenduristî jî di nav de zirarê didin her tiştî.
Ji roja ku Rewşa Awarte hatiye îlankirin heta niha zêdeyî 100 hezar kedkarên cemwariyê ji karê xwe hatin îxrackirin û ji vana nêzî 7 hezar kes jê kedkarên tenduristiyê ne. Di heman demê de di vê pêvajoyê de 3 xebatkarên tenduristiyê jî xwe kuştin. Dihat payînkirin dawî li Rewşa Awarte bê, lê hikûmetê biryara şer da û li hemberî Efrînê operasyon da destpêkirin. Herî dawî ji ber vê pêvajoyê bijîşkên ku li dijî şer doza aştiyê kirin hatin binçavkirin û her wiha Serokomar Erdogan jî Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) hedef nîşan da û ji bo wê got: "Hezkiriyên terorîstan." Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyî (SES) Bijîşkê Pispor Fatîh Surenkok, pêvajoya Rewşa Awarte û şer û bandorên wê şîrove kir.
Surenkok destnîşan kir ku Rewşa Awarte ya piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin rasterast bandor li xebatkarên tenduristiyê kiriye û bi KHK'yên ku di vê pêvajoyê de hatin derxistin bi sedan hevalên wan ji peywirê hatin dûrxistin an jî îxrackirin. Surenkok bi lêv kir ku bi Rewşa Awarte re mafê xebatê yê mirovan hatiye desteserkirin û Rewşa Awarte rewşa civakî, derûnî û ruhî ya civakê xera kiriye. Surenkok destnîşan kir ku zext û zoriyên di pêvajoya Rewşa Awarte xwe dane der de tenduristiya mirovan xera kiriye.
‘LI DIJÎ ŞER AŞTÎ Û JIYAN'
Surenkok ev tişt gotin: "Wek xebatkarekî tenduristiyê, wek bijîşkekî me tim li dijî şer aştî û jiyanê parastiye. Wekî din tiştekî ku em biparêzin tune ye. Yanî em li dijî darvekirinê dertên, li dijî şer dertên. Îro rewşa ku dema mirov dibêje li dijî şer in jî, hatiye qedexekirin. Ev jî berhemeke Rewşa Awarte ye." Surenkok ji bo girtina kedkarên tenduristiyê û nêzîkatiya Serokomar Erdogan a ji bo TTB'ê jî ev tişt gotin: "Ji ber li dijî şer in, divê xebatkarên tenduristiyê neyên girtin. Em bijîşk an jî rêxistina me ya tenduristiyê em mecbûr in li gel jiyanê cih bigirin. Bi taybetî jî di vê serdemê de divê daxwazên ji bo aştî û azadiyê hebin. Divê daxwazên jiyana bi hev re hebin. Divê daxwazên ji bo mafê tenduristiyê tu kesî nerihet neke. Îktîdara siyasî niha daxwazên aştiyê qebûl nake. Yên kesên ji bo mafê tenduristiyê dadikevin kuçeyan tehamul nekin, nikarin vê yekê jî tehamul bikin. Lê tu tarî ne heta hetayê ye. Helbet wê rojekê hesabê van bê pirsîn. Divê raya giştî li dijî vê yekê derkeve. Şer û Rewşa Awarte tenduristî jî di nav de zirarê dide her tiştî."
MA / Ruken Demir