*Hevserokê Şaxa SES'ê ya Îzmîrê Dr. Fatîh Surenkok bertek nîşanî zext û zoriyên li ser xebatkarên tenduristiyê dan û got şer û Rewşa Awarte tenduristî jî di nav de zirarê didin her tiştî.
*Huseyin Avras, birayê Mehmet Sabrî Avras ê ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hat derxistin, got bihostek ax ji bo kesên di dema veguhastina Tirbeya Suleyman Şah a li Kobaniyê ye alîkarî dan pir tê dîtin.
*Rewşa Sîsê Bîngola 78 salî ya dema sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dihat kirin û sê rojan bi wesayîta rîngê ew birin, her diçe xerabtir dibe. Berê nexweşînên dil û pişikê li Bîngolê peyda bibûn, lê belê vê carê jî li girtîgehê diranên wê şikiyan û hevalên wê yên qawîşê lê dinerin.
*Hat derpêşkirin ku li kafeyeke bi navê K.K. a di bin banê ÎZBAŞ'ê tê xebitandin de, bi ciwanekî down sendromê fîlmekî bi naveroka xwe zayendiyî hatiye temaşekirin û paşê hatiye îstismarkirin. Ji ber D.Î. ev kirin gilî kirin, fîrma jê re gotiye "jixwe meyla ciwanên down sendromî ji bo van tiştan heye û tu îtibara fîrmayê xera dikî" û wî ji kar avêtiye.
*Îskenderûnî û parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku ji ber êrîşên li dijî Efrînê û şerê li nêzî wan, êdî der barê pêşerojê de hêviyên wan diçilmisin û li dijî şer xwesteka xwe ya ji bo aştiyê vegotin.
*Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, Huseyîn Bîngolê ê tevî 5 hevalên xwe dimîne diyar kir ku ji ber wan hejmariya di nîzama leşkerî de qebûl nekiriye hatine îşkencekirin û paşê ew xistine hucreyan.
*Sumeyya Gok a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê dimîne, diyar kir ku gardiyanan êrîşî wan kiriye û ew xistine hucreyê. Gok bi lêv kir ku gardiyanan ji wan re gotiye "Hûn terorîst in, em ê we li vir birizînin" û bi mirinê gef li wan xwarine.
* Ciwanên ereb ên li Mêrsînê dijîn, ji bo çanda û hunera wan tune nebe bi pîrozbahiyên Ras-El Senî (serê salê) îsal ket hefteyan.
* HDP'a Êlihê dê bi tevlêbûna malbatên girtiyan û parêzeran ji bo balê bikişîn ser pêkanîna cilên yek tîp de li avahiya HDP'ê panelekê li dar bixe. (13.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û faîl bên cezakirin dê di hefteya 670'yan de li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin. (12.00)
* ÎHD'a Îzmîrê ji bo winda bên dîtin û faîl bên cezakirin, dê di hefteya 417''an de li ber avahiya Serokwezîrtiyê çalakiyê pêk bînin. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê di hefteya 305'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)
* Xebatkarê kanala TV10’ê ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo televîzyon bê vekirin dê di hefteya 69''an de li Qada Galatasarayê çalakiyê pek bînin. (14.00)
* Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya her hefteyê li dardixin dê dewam bike. (18:00)
* Platforma Şaxên KESK'ê ya Mêrsînê ji bo OHAL bê rakirin dê li şaxa SES'ê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* ÎHD'a Amedê û xizmên windayan bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" dê di hefteya 468'an de li avahiya ÎHD'a çalakiyê pêk bînin. (12.00)