NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxisitna Neteweyên Yekbûyî ya ji bo parstina zarokan (UNICEF) diyar ku di encama bomeberdûmana balafirên TSK'ê ya li ser Efrînê herî kêm 11 zarok hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Operasyona TSK-OSO ya li dijî Efrînê ku di 20'ê Çile de dan destpêkirin ket roja 8'an. Bertek û nerazîbûna li dijî operasyona TSK'ê û hikûmeta AKP'ê roj bi roj mezintir dibe. Rêxisitna Neteweyên Yekbûyî ya ji bo parstina zarokan (UNICEF), têkildarî bombekirina balafirên TSK'ê ya li ser zarokan Efrînê raporeke amade kir. UNICEF, di raporê de diyar kir ku herî kêm 11 zarok hatin kuştin û ev yek hatiye belgekirin. Di raporê de hate gotin ku ji ber dijwariya êrîşan malbat di bin avahiyan de dimînin.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriye ku Navenda wê li Londra ye, diyar kir ku li Efrînê ji 20'ê Çile ku êrişan dest pê kir heta niha 38 sivîlên ku di nav wan de zarok jî hene jiyana xwe ji dest da.
Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Efrinê jî duh daxuyani dabû û diyar kiribû ku herî kêm az zarokan jiyana xwe ji dest dane û 13 zarok jîbirîndar bûne.