STENBOL – Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Halkin Nabzi û nivîskarê Arti Gerçekê rojnamevan Îshak Karakaş ku ji ber parvekirinên xwe yên der barê êrîşa li ser Efrînê de hat binçavkirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Halkin Nabzi û nivîskarê Arti Gerçekê rojnamevan Îshak Karakaş ku di 22’yê Çileyê de ji ber parvekirinên xwe yên der barê êrîşa li ser Efrînê de hat binçavkirin, ji hêla Dadweriya Cezayê Sulhê ve bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin.