ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay li Navenda Giştî ya partiya xwe, daxuyanî da û ji bo çapemenî "ji gel re rastiyan bêje" 15 xal parve kir. Kemalbay xwest hemû kes li dijî şer bibin yek.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Kemalbat bi bîr xist ku êrîşên li dijî Efrînê di roja 7'an de ye û ev tişt got: "Bajarê qasî milyonekî nifûsa wê heye, ji hewa û bejahî ve tê bombekirin. Ev şer li dijî gelên aştî xwaz ên Tirkiyeyê pêk tê. Erdogan dibêje ku 'em cihekî dagir nakin.' Kantoneke ku kurd dixwazin xwe bi rêve bibin, lê êrîşî vê kantonê dikin. Em xwe nexapînin. Em dizanin hêzên navneteweyî il vê herêmê şer sor dikin. Tirkiye dixwaze bibe xwedî gotin. Ev şer ji bo gelê Tirkiyeyê nîne, ji bo berjewendiyên serdestan e."
‘EM DIZANIN KU QIRAL RÛT Û TEZÎ YE’
Kemalbay aşkera kir ku ew wekî 3'yemîn partiya mezin a li meclisê, dibêjin ku "Qiral rût û tezî ye" û wiha pê de çû: "Tirkiye îro ketiye vî şerî û bûye tetikkêşekî şerê li herêmê. Em vî şerî erênî nabînin. Em ê ji bo aştî û biratiyê têkoşînê dewam bikin."
ALÎGIRIYA ÇAPEMENIYÊ JÎ TÊRÊ NAKE
Kemalbay da zanîn ku di şertên OHAL'ê de zextên ji serdema 12'ê Îlonê zêdetir deketine holê û wiha pê de çû: "Çawa Kenan Evren çapemenî digirt bin zapt û rapê, wekî 28'ê Sibatê tenê alîgiriya çapemenî jî têrê nake. Diyar e ku berî desthilatdarî biçe Efrînê, serî li buroyên çapemeniyê daye. Sansur û otosansur dewam dike. Em sansura 15 xalan şermezar dikin. Em bang li çapemeniyê dikin ku bila rastiyê binvîsin û mafê agahî girtinê bînin cih."
Piştî axaftinan deklerasyona HDP'ê ya ji 15 xalan pêk tê û balê dikişîne ser "armanca mafê agahiyê" hat weşandin û bang li çapemeniyê kir ku rastiyan binvîse, gel ronî bike û li gel şerxwazan cih negire.
‘170 REWŞENBÎR RÛYÊ RAST ÊN TIRKIYEYÊ NE’
Kemalbay bal kişand ser 170 rewşenbîrên deklarasyona aştiyê îmzekiribûn jî û aşkera kir ku rewşenbîr rûyê rast ên Tirkiyeyê ne û ev tişt got: "Kesên êrîşê van rewşenbîran dikin, di heman demê de êrîşê pêşeroja Tirkiyeyê dikin. Divê em pêşî li vî şerî bigirin û wêrek bin. Divê em bi wêrekî daynin holê ku îro çima dixwazin Efrînê dagir bikin û em fêm bikin."
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Kemalbay, destnîşan kir ku ew ê peywira xwe ya muxalefetê heta dawiyê berdewam bikin, têkoşîna aştî û demokrasiyê hevpar e û dê vê berdewam bikin, xwest her kes piştgiriyê bide têkşîna wan. Kemalbay, herî dawî xwest hemû beşên muxalefetê di 11'ê Sibatê de beşdarî 3'yemîn Kongreya Asayî ya HDP'ê bibin.