ÎZMÎR / STENBOL - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, ji bo şerê li dijî Efrînê bê rawestandin bang li tevahiya gel kir ku bên gel hev.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, ji bo Tirkiye operasyona li dijî Efrînê rawestîne, li Avahiya DBP'ê ya Îzmîrê dazuyanî da çapemeniyê. Li ser navê meclisê Dayika Aştiyê Edîbe Sîncar daxuyanî da.
Sîncar aşkera kir ku bi salan e Dewleta Tirkiyeyê polîtîkaya şer li dijî kurdan dimeşîne, dê operasyona li dijî Efrînê jî ji gelan re tu tiştekî neyne.
Sîncar diyar kir ku şer ji derveyê janê tu tiştekî nade mirovahiyê û wih pê de çû: "Bila xwîn nerije, zarokên kesî nemirin. Em naxwazin jin, zarok û mirov jiyana xwe ji dest bidin. Divê hemû gel bên gel hev û li dijî şer deng derxin. Demek ji ya din zûtir divê ji bo aştiyê têkoşîn bê xurtkirin."
STENBOL
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Stenbolê, operasyona li dijî Efrînê şermezar kir. SES'ê pankarta "ew li dijî şer aştî, li dijî mirinê jiyanê diparêzin" vekir û wêneyê endama xwe Fatma Akaltun Firat a di çalakiya şermezarkirina operasyona li dijî Efrînê de li Kadikoyê hat girin, daliqand. Li ser navê şaxên Hevseroka SES'ê Şîşliyê FerdaneÇakir daxuyanî xwend û ev tişt got: "Desthilatdariya Qesrê-AKP'ê, wekî ku henekê xwe li cîhanê bike, Efrîna ku kurd û gelên din bi hev re dijîn, dê ji wan rizgar bike. Desthilatdariya siyasî beyî OHAL'ê dizane ku dê nikaribe welat bi rêve bibe, dest davêje polîtîkaya şer."
Çakir aşkera kir ku kurd ji bo gelên li Tirkiyeyê ne mijara gefê ne, lê hêzên emepryalîst û hêzên îro di operasyonê de cih digirin ji bo gelan xetereyek mezin û gefekin.