ENQERE – Akademisyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça yên bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin û dest bi greva birçibûnê kiribûn, di roja 324’an a çalakiyê de dawî li çalakiya grevê anîn. Esra Ozakça ya ji bo piştgiriyê bide Semîh Ozakça jî piştî 249 rojan dest ji çalakiya grevê berda.
Akademisyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça ên ji ber ji kar hatin îxrackirin û dest bi çalakiya girevê kiribûn. Di roja 324’an de komîsyona OHAL'ê biryar da û daxwaza Gulmen û Ozakça ya dîsa li kar vegerin red kir. Piştî vê biryarê Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça li mala Ozakça civîna çapemeniyê lidarxistin. Gulmen bi ambûlansê anîn mala Ozakça malbat û gelek kesên din tev li civînê bûn. Gulmen û Ozakça û parêzerên wan jî di navde Odeya Tabîban a Stenbolê û gelek endamên çapemeniyê li biryara Komîsyona OHAL'ê guhdar kirin.
Seroka TÎHV'ê Şebnem Korur Fincancı, Sekreterê TÎHV'ê Metin Bakkalci, Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê Gokhan Bulut, Serokê ATO Vedat Bulut û gelek parêzerên din amade bûn. Acun Karadag û Velî Saçılık jî tev lê bûn.
Gulmen, spasiyê xwe ji her kesi re got û diyar kir ku ew dê serî li darazê bidin û rêya darazê bişopînin. Gulmen, anî ziman ku ji vê saetê û şûnde greva birçîbûnê bi dawî kirine û wiha got: "Dibe ku em îro grevê bi dawî bikin lê çalakiya me û berxwedana me dê bidomne. Heta ku em mafê xwe bistînin em dê berxwedana xwe berdewam bikin."
Gulmen, anî ziman wan bi çalakiya li Kolana Yukselê dengê xwe li hemû cîhanê belav kiriye û wiha got: "Berxwedana me azadî da me. Roja ku em ketin rê û hatin wê qadê em azad bûn. Em tirsiyan, lê em bi ser tirsa xwe de çûn. Ji ber ku berxwedana me rûmet da me em pir ji berxwedana xwe hez dikin. Ji ber ku tariya OHAL’ê çirand em ji berxwedana xwe hez dikin. Me rewatiya KHK'ê perçe kir. Me tu carî xwe bi tenê hîs nekir. Em ji hemû kesên ku em tenê nehiştin re spas dikin. Baweriya me vala derneket."
BERXWEDAN BÛ HÊVÎ
Piştî Gulmen Semih Ozakça jî anî ziman ku tevî her tiştî kesî nekarîbû vîna wan bişkîne û wiha got: "Berxwedan bi ser ket. Bi vê berxwedanê serê mirovan cit e. Me bi vê berxwedanê hêvî mezin kir. Ji dervê biryara Komîsyona OHAL'ê ev berxwedan serkeftin e. Vê berxwedanê hezkirina me mezin kir. Ji ber ku rêya darazê li me vebûye em wekî serkeftinê dibînin.