ÎZMÎR - Mahîr Kiliç 76 roj e ji bo vegere karê xwe li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye. Bi hinceta OHAL û Efrînê xwestin Kiliç ji ber şaredariyê biçe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê karkerê bi navê Mahîr Kiliç ji kar avêtibû, ji bo vegere karê xwe 76 roj e di greva birçîbûnê de ye. Karkerên bi Kiliç re li ber avahiya şaredariyê ya li Konakê di greva birçîbûnê de ne, polîsan xwest wan ji wir bavêje.
Kiliç da zanîn ku polîsan bi hinceta Rewşa Awarte (OHAL) û Efrînê, ji wan xwestiye ku ji ber avahiyê biçin, an ewê wan binçav bikin. Kiliç aşkera kir ku ruxmê hemû gefên polîsan jî, ew di çalakiya xwe de bi israr in û wiha pê de çû: "Bêedaletiyeke mezin dikin, em bi niheqî û bêhiqûqiyê re rû bi rû ne. Ev şer me dernexistiye û em alîgirê vî şerî jî nînin. Şerê me şerê nan û kar e. Heta em vî şerî qezenc nekin jî em dest jê bernadin."
Kiliç da zanîn ku ji bo ew vegere karê xwe, ne şaredarî û ne sendîkayan kes bi ser wî de nehatiye û helwesta saziyan rexne kir.