NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên TSK'ê navçeya Mabata ya Kantona Efrînê bombebaran kirin. Di bombebaranê de ji malbata 7 kesî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Malbat ji Îdlibê koçî Efrînê kiribûn.
Êrişa TSK'ê ya li dijî gelê Efrînê ku di 20'ê Çile de bi tang, top û tevlêbûna deh hezaran leşkerên TSK û OSO'yê berdewam dike. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) balafirên şer ên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) saet 04.00'an de, navenda navçeya Mabata Kantona Efrînê malên sivîlan bombebaran kirin û ji heman malbatê 7 kes lê dijîn 6 kes kuştin. Piştî bombebaranê, TSK'ê navenda navçeyê bi hawanan topbaran kir. Di bombebaranê de, ji malbata 7 sivîlan 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrişê Heyva Sor a Kurd bi hawarê çû û cenaze cenazeyên kesên ku di bin kavilan de mabûn, ji bin kavilan derxistin. Heyva sor ji malbatê tenê keça 18 salî rizgar kirin. Di bombebaranê de mal û milkên welatiyan zerarek mezin dit.
Navê kesên jiyana xwe ji dest dan û ji bin kavilan hatin derxistin wiha ne: Taha El-Xatir (40), Emîne El-Xatir (40), Zekiye El-Xatir, Silêman El-Xatir (14) û Esra El-Xatir. 7 kesên ku ji heman malbatê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan, koçberên ji Îdlibê ne. Ev koçber ji ber zilma TSK'ê ji Idlibê koçî Malaba Efrînê kiribûn.