NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Swêdê daxwaza Rojnameger Hulya Emeç ku ji ber ceza lê hat birîn çû Swêdê red kir.
Rojnameger Hulya Emeç, piştî daraza Tirkiye 7 sal û 6 meh ceza lê birî, di ser dewleta Brezilya re derbasî Swêdê bû û daxwaza penaberiyê kir. Emeç, di 15'ê Çile de di ser Brezilya re derbasî Zurihê bû û daxwaza penaberiyê kir. Emeç, ku ewil xwest li Brezilya bibe penaber diyar kir ku Welatê Brezilya ne welatekî ewle ye xwestiye serî li Brezilya bide. Emeç, da zanin ku Stêw bi hinceta Birêzîlya "Welatê bi ewle ye" daxwaza wê ya penaberiyê red kiriye. Emeç, daxwaza redê îtîraz kir û diyar kir ku ger ev îtîraza wê neyê qebûlkirin dê wê dîsa wê dîsa bişînin Birezîlya û Brezilya jî ji ber ku peyman bi Tirkiye re îmze kiriye dê wê dîsa bişîne Tirkiye.
Emeç ku heta niha 2 sal cezayê wê hatiye erêkirin der barê wê de 3 dozên din ên cuda heye.
Emeç, diyar kir ku 10 rojin wênekêş, kamera û bilgisayara wê di lêpirsînê deye û hemû daxwazên wê yê penaberiyê hatiye redkirin û bang li saziyên pîşeyî û çapemeniyê kir ku hestiyar tev bigerin.