NAVENDA NÛÇEYAN - BTK'ê, weşand navnîşana web'ê ya Ajansa Jinnews û Rojnameya Ozgurlukçu demokrasiyê dîsa asteng kir.
Ajansa Nûçeyan a Jin JINNEWS ku di 25'ê îlona 2017'an de dest bi weşanê kir, malpera wê ya internetê bi hinceta nûçeyên Efrînê cara duyemîn asteng kir. Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan (BTK) der barê malpera web'ê ya JINNEWS'ê de bi hêjmara zagona 490.05.01.2018.-34373'an a dîroka 25/01/2018'an web a (jinnews1.com.tr) biryara astengkirinê da. Malpera Jinnews1, ku hat astengkirin li ser navnîşana www.jinnews2.com weşana xwe berdewam dike. Berê jî Jinnews di 24'ê Çile de bi hinceta nûçeya MİT'ê weşandiye hatibû astengkirin.
ROJNAMEYA OZGURLUKÇU DEMOKRASÎ CARA 47’AN HAT ASTENGKIRIN
BTK'ê, di mijara “tedbîra îdarî" de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dîsa asteng kir. Rêveberiya rojnameyê diyar kir ku şevê din malpera rojnameya wan cara 47'an şev nîvê şevê bi hinceta "Tedbîra îdarî" hatiye girtin. Rayedarên rojnameyê diyar kirin ku ew dê helwesta xwe ya ji bo dagirkirina Efrinê û dijberiya xwe ya şer li dijî sansuran berdewam bikin û wiha gotin: "Bi vî rengî di nava 3 rojên dawî de 3 caran malperên web ên rojnayeê hatin girtin. Ji niha û şûnde xwînerê rojnameyê dikarin xwe bi navnîşana demokrasi48.com bigînin rojnameyê. "