Siyasetmedar û rewşenbîran ji bo Efrînê bang li cîhanê kirin

  • cîhan
  • 10:36 26 Çile 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Swêdê komek siyasetmedar û rewşenbîr bang li hikûmeta Swêdê û dinyayê kirin ku li dijî şerê TSK-OSO ku bi daxwaza hikûmetê pêk hat rawestin û şer rawestînin. 

Şerê TSK-OSO ku hikûmeta AKP-MHP'ê li dijî gelê Efrînê daye destpêkirin di roja 7'an de berdewam dike. Li gorî nûçeya ANHA hat diyar kirin ku di rojnameya Aftonbladetê de ku li Swêdê tîraja wê 820 hezar e bangeke bi navê ‘’Îxanetê li Kurdan nekin ku dawî li Dewleta Îslamê anîn’ hate weşandin. Di bangê de  komkujiyên DAÎŞ’ê yên li Iraqê, Sûriyê û Ewropayê hatine rêzkirin û piştre hate gotin gerîlayên Kurd ku jinên YPJ’yî jî di nav de bûn DAÎŞ têk şikandin.
 
Kesên ku bang dikin diyar kirin piştî ku DAÎŞ hate şikandin dinyayê pişta xwe daye Kurdan û gotin: "Despotê Tirkiyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan gefê dixwe ku herêma xweser a Kurdan a Sûriyê tine bike û civaka navnetewî bi bêdengî temaşe dike’’ û helwesta xwe nîşan didin ku dinya Kurdan tenê dihêle.
 
Di bangê de gotin: "Êrîşa li ser Kurdan pir dijwar e, heke civaka navnetewî bêdeng bimîne ev ê bibe tevgera bejahiyê û dagirkirinê, komkujî û qirkirin bibe û Tirkiye bi hinceta ewlehiya sînor êrîşan dixwaze meşrû bike."  Siyasetmedar û rewşenbiran di bangê de gotin ku îdîayên Tirk bêbingeh in û wiha pê de çû: "Dema ku rêxistina terorê DAÎŞ’ê bi azadî li ser sînorên Tirkiyê zîtirk didane xwe artêşa Erdogan li dijî Sûriyê yek gule neteqand. Bi gotineke dî Erdogan li şûna Kurdên sekuler tercîh dike ku DAÎŞ a cîhadî bibe cîranê wî. Helwesta Tirkiyê ya li dijî Kurdan û gelên dî ji berê ve tê zanîn lê dinya li ser êrîşên li dijî Kurdan bêdeng e û ev fikaran çêdike û xwestin ku dinya dawî li vê bêdengiya xwe bîne, destekê bide Efrînê û bi taybetî jî hate xwestin ku êrîşên Tirkiyê werin şermezarkirin û ji bo ku dawî li êrîşan were hewl bidin.
 
Wekîlê Partiya Hawîrdorê Jabar Amîn, wekîlê Partiya Lîberal Frerdîk Malm, Wekîla Partiya Çepgir Amîneh Kakabaveh, hunermend Olof Buckard, Kemal Gorgu, Serpîl Înanç, Sîdar Yîgit, nûçegihan Kurdo Baksî, Murat Kusyrî û Latîfe Fegan jî îmze avêtin bin bangê. 
 
Piştî êrîşên TSK'ê ya li ser Efrînê di medyaya Swêdê de gelek gotar ên bi naveroka dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan hatine nivîsin. Nûçe û analîzên ku bêdengiya dinyayê ya li ser êrîşên li dijî Kurdan rexne dikin. Di rojnameya Aftonbladet de, bi navê ‘Welatê endamê NATO’yê Kurdan bombe dike’ sernivîsek hate nivîsîn û di serdemeke wiha de ku DAÎŞ ber bi têkçûnê ve diçe û Esad bi desteka Rûsya dibe serkeftiyê şerê navxwe rewş hatiye wê ku muxalef û hêzên demokratîk werin çewisandin.
 
li Bakurê Sûriyê li herêmên Kurdan tovên rêveberiyeke demokratîk û sekuler têne avêtin lê ev di serî de ji hêla Tirkiyê ve weke gefê têne dîtin û Erdogan YPG’ê bi ‘terorîst’bûnê tawanbar dike.
 
Di gotarê de ya bi îmzeya Anders Lîndeberg hate gotin Erdogan piştî hewldana darbeyê ya par muxalefet kiriye girtîgehan, medya bi temamî kontrol kiriye û ji bo ku van bike ‘dijminê derve’ ava kiriye û bi vê sedemê jî pêşî li Tirkiyê û piştre li Sûriyê li dijî Kurdan şer ragihandiye. Bi domdarî hate gotin, ‘’Êrîşên bi ser herêmên Kurdan de û YPG’ê de bi temamî dijî hiqûqa navnetwî ye û bi temamî polîtîkaya êrîşkariyê ye.’’
 
Pisporê Polîtîkaya Derve ya Televizyona Dewletê ya Swêd û nûçegihan Claes JB Lofgren got heke ne ji têkoşîna Kurdan be niha Bakurê Sûriyê wê hê jî di dest çeteyên DAÎŞ’ê de bûna û got, ‘’Lê niha balafirên Tirk û topên wan êrîşê dibe ser herêmên ku terorîst ji herêmê derxistin. Û Serokkomarê Tirk Erdogan dibe hedefa dagirkirinê YPG ye, ku YPG’ê bi terorîstbûnê tawanbar dike.’’
 
Di rojnameya Dagens Nyheterê de, Erîk Ohlsson got, ‘’Bi desteka DYA’yê têkoşîna dijî terorîstên DAÎŞ’ê moral geş kirin. Lê di dema êrîşên Tirkiyê de yên bi ser Efrînê de DYA’yê hevkarên xwe tenê hiştin.’’
 
Ohlsson got Rûsya li dijî polîtîkaya êrîşkar a Tirkiyê raneweste û got,’Bêhna bazarên genî tê.’’
 
Tê gotin ku ji bo ku cîhadîstan ji Idlibê derxin Rûsya û Sûriyê destûra êrîşê dane Tirkiyê.
 

Sernavên din

27/01/2018
11:35 Ozsoy ê HDP'î: Kampanya hilbijartina Serokdewletiyê bi dagirkeriya Efrinê dest pê kir
11:34 Polîsê ku Barlak kuşt serbest berdan
11:23 Ozçelîk: Me ji Emînonuyê heta Taksîmê bi Erdogan re belavok belav kirin
11:07 Dayikên Aştiyê bang li malbatên leşkeran kirin: Em bi hevre şer rawestînin
11:05 Welatiyên TOKÎ nexwestin, rastî gefên rayedaran hatin
10:17 Ceyş El-Suwar: Êrîşên li ser Efrînê encamên peymanên bazirganî li ser xwîna sivîlan e
10:04 Dozger daxwaza malbatan a ji bo hevdîtina Ocalan red kirin
09:53 Gardiyan: Em ê we li vir birizînin
09:52 HDP'a Stenbolê plan dike ku bi 200 otobusan beşdarî kongreyê bibin
09:50 Eksperê Rûs Vladîmîr Yevseyev: TSK li sînorên Efrînê asê ma
09:48 Bi pîrozbahiya Ras-El Senî çanda xwe diparêzin
09:44 Tevî cenaze teşhîskirin dîsa nadin malbatê
09:21 Girtiyên hejmariya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:20 Şerê li derdora wan dibe sedema tirs û bêhêvîtiyê
09:10 Ne îstismarkar, lê kesê giliyê îstismarê kir ji kar hat avêtin
09:10 Sîsê Bîngol a 78 salî 3 rojan di rîngê de hiştin
09:09 'Ji bo kesên Suleyman Şah veguhastin kulmek ax pir tê dîtin'
09:09 'Şer û Rewşa Awarte zirarê didin tenduristiyê'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:19 UNICEF: Balafirên TSK'ê herî kêm 11 zarok li Efrînê kuşt
26/01/2018
17:44 Rojnamevan Îshak Karakaş hat girtin
16:12 Rojnameger Demîr hat berdan
16:08 Şêwra Yekîtiya Kurd berxwedana Efrînê silav kirin
15:51 HDP'ê li dijî şer banga tekoşîna hevpar kir
15:30 Baroya Amedê: Edaleta deng mayî ne edalete
15:23 Hevserokê HDP’ê yê Dêrgulê binçav kirin
14:59 Ji Dayikên Aştiyê bangek girîng
14:58 Saziyên Sîvîl A Aştîxwaz: Êdî kurdan wakî astengî li pêş xwe nebînin
14:55 Lêpirsîn li parastinê vekirin
14:43 Platforma Têkoşîna Li Dijî Yek Tîpê ava bû: Em nabin yek tîp
14:04 Erdogan, TTB a got 'Ji şer re na' kir hedef
14:01 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:54 Gulmen û Ozakça dawî li çalakiya grevê anîn
13:48 Operasyona Erfînê: 8 kes binçav kirin, kesek girtin
13:40 Gelê Efrînê: Mîna dara zeytûnê em bûne yek
13:32 Bi hinceta OHAL û Efrînê zextan li Kiliç dikin
13:15 Rojnameger Salaz: Ev şer dê statduya kurdan diyar bike
12:42 Elîaçik: Hişmendiya Sêva Sor şirîkatiya Xwedê ye
12:20 Balafiran Navçeya Mabata bombe kir: Cenaze ji bin kavilan derxistin
12:11 Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê destpê kir
12:04 ‘Çareserî ne li Rûsya û DYA'yê, li gel Ocalan e’
12:01 Swêd daxwaza rojnameger Emeç a penaberiyê red kir
11:53 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye'
11:19 Dîroknas Aydın: Osmanî ji ber xeyalên Sêva Sor rûxiya
11:02 Êzidiyên Şengalê: Bila Erdogan baş zanibe Efrîn ne bi tenê ye
10:49 Malperên Jinnews û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa asteng kirin
10:36 Siyasetmedar û rewşenbîran ji bo Efrînê bang li cîhanê kirin
10:18 Hikûmet ji bo piştgiriya şer çav berda lîstikê şensê
10:11 Şêniyên Sûrê: Dê li Efrînê jî winda bikin
09:35 Rûsyayê dîsa li kurdan bêbextî kir
09:34 Ekolojîst: Divê em bi cesaret aştiyê biparêzin
09:33 Ji bo tesîsa fosfatê ya Cengîz Holdîngê cihê qereqolê hat guherandin
09:32 94 hevşaredar 10 caran ji peywirê hatin dûrxistin
09:31 Hiqûqnas: Aştî heq e, divê jê neyê tirsandin
09:31 'Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye'
09:30 ‘Dewlet tişta nekaribû di 12'ê Îlonê de bike, dixwaze niha bike'
09:24 Xebatkarê TV10'ê: Ew bigirin jî em ê dengê xwe ragihînin
09:24 Hejmara 8'an a Kovara Jîneolojiyê derket
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2018'AN
25/01/2018
23:59 Êrîşa li hemberî Minbicê hat şikandin
20:06 Dîsa serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
19:59 Rojnamevan Ozkan û Serkan Erdogan hatin berdan
18:40 Wê Rojnamevan Îshak Karakaş sibê sewqî dozgeriyê bê kirin
16:48 Malbatên Robosê: Xwestina aştiyê sûc e
16:22 Piştî dîmenên Efrînê, Almanya proje rawestand
16:15 HDP'iyan malbata Taniş û Denîz ziyaret kirin
15:50 Koordînasyona Dijberî Şer: Şer ne lîstoka kompîtûrê ye
15:44 Polîsan rojname Welat çirand
15:32 Nasnameya kesên li Efrînê birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
15:12 Çalakiyên li dijî êrîşa li Efrinê didomin: Emê li dijî şer di ber xwe bidin
14:57 Dayikên Aştiyê: Hewara me Efrîn e
14:37 2 endamên meclisê li Erdîşê hatin berdan
14:27 Rojnameger Hurtaş û endamê HDP’ê Bulbul hatin berdan
14:10 Baydemîr: Berpirsiyarê hemû kuştiyan AKP, MHP û CHP ye
14:06 Amadekariyên kongeya HDP'ê ber bi dawî ve diçin
13:42 DÎK'ê bi ayetan bersiv da fermana Diyanetê
13:05 22 rêxistinên sivîl piştgirî da Efrînê
12:57 Rolling Stone: Kurd careke din tenê ne, lê vê carê dizanin dê çawa şer bikin
12:55 Nûnerên kurd ji bo yekîtiyê dicivin: Rojeva sereke Efrîn e
12:25 Angaşta cilên yek tîp şandin Girtîgeha Êlihê
12:14 Parêzerên Ocalan 725 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
12:11 Sendîkaya Îngilîz UNISON ji bo Efrînê Wezîrê Brîtanyayê hişyar kir
12:03 Sînorê birçîbûnê hezar û 615 tl ye
11:55 Fermandarê çeçen ê di lîsteya 'terorê' de tev li operasyona Efrînê bû!
11:43 Gelê Efrînê: Bila cîhan ji Erdogan re bêje 'Raweste'
10:58 Hêvî Mistefa: Hêzên navneteweyî li gel Tirkiye di şer de cih digirin
10:49 Hizr û xeyalên girtiyan nayên hepiskirin
10:48 Derket holê ku polîsan Seferî Yilmaz îxbar kiriye
10:33 Welatiyên ku maşîneya zirxî li wan dan hêj tên dermankirin
10:25 Li Şirnexê vê carê berê xwe dan dermanxaneyan
10:24 Prof. Jongerdan: Wekî Kobanê li Efrînê jî dê berxwedan encamê diyar bike
10:04 ‘Parastina aştiyê ne sûc e’
09:55 Îdareya Arizîkirinê dest bi firotina zeviyên tenduristiyê kir
09:26 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Em ê vir veguherînin Efrînê
09:24 Tevî 5 zarokên xwe li xaniyekî yekodeyî dijî
09:24 Belgefîlma Serhildana Qoçgiriyê hat kişandin
09:23 ‘Wê êrîşa Efrînê dawiya Qesrê bîne'
09:12 Girtîgehê xwest ferhenga tirkî-kurdî bê wergerkirin!
09:11 ‘Divê destûr neyê dayîn zarok cardin travma derbas bikin’
09:10 Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye