AMED - Şêniyên Sûrê bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê dan, diyar kirin ku kesên ji hebûna kurdan qebûl neke, çawa li Sûr û Kobanê winda kirin, dê li Efrînê jî winda bikin.
Bertekên raya tiştî li dijî operasyona Efrînê dewam dikin, herî dawî şêniyên Sûra Amedê nerazîbûn nîşanî operasyona TSK'ê û komên girêdayê wê dan û xwestin erîş bên rawestandin. Di 2'yê Kanûna 2015'an de li Sûrê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û hêzên dewletê navçe rûxandibû. Sêniyên taxê aşkera kirin ku êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî wan e.
‘LI SÛR Û KOBANÊ WINDA KIRIN, DÊ LI EFRÎNÊ JÎ WINDA BIKIN’
Kiymet Ozdemî li taxa Lalebeyê ya Sûrê esnaf e, da zanîn ku êrîşa li dijî Efrînê li dijî hemû kurdan e û wiha got: "Destkeftiyên kurdan ên li wir qebûl nakin."
Ozdemîr anî ziman ku desthilatdariya Erdogan, hebûna xwe li ser tunekirina kurdan ava dike û wiha axivî: "Li ku kurdek hebe dixwaze wan bipelçiqîne, koçber bike û ji holê rake. Şerê li Sûrê dabû destpêkirin jî li dijî hebûna gelan bû. Bi rûxandina Sûrê re difikirin ku wan Sûr bi dest xistiye? Sûr a mirovên li vir e." Ozdemîr destnîşan kir ku êrîşa li dijî Efrînê di heman demê de êrîşa li dijî Amed û Hewlêrê ye û wiha pê de çû: "Erdogan bajarê ku milyonek kurd lê dijîn dide ber bomban. Divê her kurd jî wisa bifikirin û li vir peyireke mezin dikeve ser milê jinên kurd. Divê jin pêşengiyê bikin û yekitiyê ava bikin. Divê hemû kurd li dora Efrînê bibin yeke."
‘HETA NIHEQÎ NEQEDE DÊ BERXWEDAN DEWAM BIKE’
Zarîfe Ari jî destnîşan kir ku ew êrîşên li dijî Efrînê qebûl nakin û bertekên xwe wiha vegotin: "Erdogan gelê sivîl li Efrînê bombe dike, dibêje ku 'Ez terorîstan bombe dikin.' Milyonek mirovên li wir dijî 'terorîst' in. Heke ew terorîst bin em jî terorîst in. Duh Erdogan digot ku 'Ez bi DAIŞ'ê re şer dikinh.' DAIŞ niha bi wan re li dijî kurda nşer dike. Ev çata têkoşîn e.?"
Ari aşkera kir ku Erdogan dixwaze her kesî li dora xwe kom bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beşên ku Erdogan bi wan nikare ji wan re dibêje 'terorîst.' Vê gotinê ji bo kurdan dike, ev heqaret e. Erdogan li tu dera cîhanê kurdan wekî vîn qebûl nake. Li ku kurdek hebe, dibe armanca Erdogan." Ari bertek nîşanê xwendina fetwayan jî da û diyar kir ku dê fetwa jî wan rizgar nekin.
‘DÊ NEYARTIYA WANA YA LI KURDAN DIKIN BIBE BELAYA SERÊ WAN’
Meral Kaçan jî li Sûrê dijî, anî ziman ku kurd şer naxwazin lê Tirkiye wan dide zorê. Kaçan derbirî ku divê li dijî êrîşan kes bê deng nemîne û wiha axivî: "Erdogan li her derê dijminahiya xwe ya li dijî kurdan tîne ziman. Dê ev neyartiya Erdogan a li dijî kurdan dawiya wî bîne. Li her derê cîhanê digere û ji bo êrîşê kurdan bike li têkiliyan digere. Li wî wetrê dê bi êrîşa li dijî kurdan re bi ser keve. Berê gelek caran ev ceribandin, lê bi ser neketin."
‘EFRÎN, SÛR Û KOBANÊ, FERQ NAKE LI HER DERÊ KURD DIJÎN’
Huriye Dag bi lêv kir ku ew berê li taxa Alîpaşayê maye, lê piştî taxa wan hat rûxandin, der barê taxa Lalebeyê kiriye û ev nirxandin kir: "Ji kurdan ditirsin, ji ber ku axa kurdan dagir kirine. Ji bo wê ji kurdê azad ditirsin. Dewlet dizane heke kurd statuya xwe bi dest bidin dê hesab ji wan bipirsin. Ji ber wê her dem zext û şidetê li kurdan dikin. Efrîn, Sûr û Kobanê, yek jî ferq nake, li her derê kurd dijîn."