ÊLIH – Dayikên Aştiyê yên Êlihê diyar kirin ku dema mijar dibe kurd hemû cîhan ker û kor dimîne û hemû dewlet kuştina kurdan erê dikin û wiha gotin: “Careke din Rûsyayê ji kurdan re bêbextî kir û berê Tirkiyeyê da Efrînê. Çawa Kobanê bi ser ket dê Efrînê ji bi ser keve.”
Êrîşên hewayî û bejahî yên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li dijî Kantona Efrînê ya Bakûrê Sûriyeyê dewam dike. Ji her beşên civakê bertek li dijî êrîşan zêde dibe. Herî zêde jî dayikên aştiyê dixwazin li pêşiya şer bibin mertal û nerazîbûna xwe li dijî êrîşên ser Efrînê tînin ziman. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Êlihê der barê êrîşên li ser Efrînê de axivîn û hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê şermezar kirin.
‘EM VÊ QETIL Û QITÛLÊ NAXWAZIN’
Maşallah Kaya destnîşan kir ku ew naxwazin zarok, jin û mirov bên kuştinê û wiha axivî: “Em vê qetil û qitûlê naxwazin. Em vî şerî naxwazin. Bila cîhan li ser vî şerê bisekine. Em aştî û edaletê dixwazin. Bila bi tank û balafiran li gelê me yê Efrînê nexin. Em xwînê naxwazin em aştiyê dixwazin. Hemû zarok û mirovên sivîl qetil dikin.”
‘DEMA MIJAR KURD BIN, HER KES KER Û KOR E’
Kamîle Şîmşek jî bi bîr xist ku Tirkiye bi balafiran êrîşî Efrînê dike û wiha pê de çû: “Tevahiya welatên cîhanê çavê xwe ji vî şerî re girtine. Bila ji şerê Erdogan re bêjin bes e. Gelê Efrînê ne ‘teror e.’ Ew sivîlên li bajarê xwe ne. Di serî de Amerîka û dewletên din ker û lal man e. Min di tu dem û dewra dinyayê de neheqiyek wisa nedîtiye. Efrînê ne ewlehiya Tirkiyeyê xistiye xetereyê û ne jî gef li kesî nexwariye. Radibin zarok, kal û pîran bombebaran dikin, niha jî dibêjin ‘me terorîst kuştin.’ Ew xwîşk û birayên me ne. Em ê li wan xwedî derkevin.”
‘DÊ EFRÎN JÎ WEK KOBANÊ BI SER BIKEVE’
Meyase Akdag jî anî ziman ku gelê kurd, bindest û gelên cîhanê çawa xwedî li Kobanê derketin, pêwîste hezar qat xwedî li Efrînê jî derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derdê wan bi Efrînê re çi ye? Heke ku dixwazin bi kurdan re rûnên wa li wir e, bila biçin rûnên û meseleyê biaxivin. Min berê jî got û ez îro jî dibêjim serê xwe rakin. Em çavê xwe negirin û xwedî li Efrînê derkevin."
Akdag got ku bi qeweta xwedê çawa Kobanê bi ser ket, dê Efrînê jî bi ser bikeve û ev tişt anî ziman: "Em gelê kurd ne bê xayî ne. Em gelekî rast in û em ê di rastiya xwe de bi ser kevin. Xayîntî bi me re tune ye. Xayîntî bi Rûsya, Amerîka û Tirkiyeyê re heye. Ew xayînin. Ew li ser serê me vê qetilê dikin. Êrîşî me dikin ku hemû mal û milkên kurdan ji wan re bimîne. Derdê Rûsyayê ew e ku milkê kurdan ji wan re bimîne.”
‘RÛSYAYÊ CAREK DIN JI KURDAN RE BÊBEXTÎ KIR’
Akdag diyar kir ku vê carê jî bêbextiya Rûsyayê ya li dijî kurdan xwe di meseleya Efrînê de dubare kir ev tişt got: “Xayîntiya Rûsyayê ya dema Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû wir û wî dan dest, hêj me ji bîr nekiriye. Her tim Rûsya me difiroşe. Piştî Rûsyayê şîrîkatiya xwe çêkir, ferman da ku Tirkiye êrîşî gelê Efrînê bike. Rûsya, kurdan firot û Tirkiye berê xwe da Efrînê. Ji bo welatê kurdan di destê Rûsyayê de bimîne, carek din kurd firotin.”
Akdag banga li gelê kurd û dostên wan kir ku xwedî li gelê Efrînê derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê Efrîn serê xwe netewîne û wê Efrîn bi ser bikeve. Dê Efrînê teslîmê Rûsyayê û hevalbendên wê neyê kirin. Dilê Rûsyayê bi me rehet nebe.”