ÎZMÎR - Ekolojîstan bertek nîşanî êrîşên Artêşa Tirk ên li ser Efrînê dan û diyar kirin ku şer di heman demê de ekolojiyê jî wêran dike û divê em bi cesaret aştiyê biparêzin.
Êrîşên Artêşa Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê didomin. Bertek û hêrsa li dijî êrîş û operasyonan jî didome. Ekolojîstan destnîşan kir ku şerê tê meşandin ekolojiyê wêran dike. Ekolojîst Ertugrul Barka, diyar kir ku bi hincetên cuda êrîşî Efrînê dikin û wiha axivî: "Ev êrîş li dijî rêveberên xweser, demokrasî û ekolojiya civakî ye. Ev yek AKP'ê xistiye nava fikaran. Ji ber ku kurd civaka ekolojîk û komunal ava dikin ditirse. Bikaranîn çekên giran û bombebaranan tenê mirohavî tune nabe, xwezayê jî tune dikin. Bi şeran dixwazin xwezaya mirov û çandê tune bikin."
'DÊ BANDORÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE'
Barka, anî ziman ku dê şerê li Efrînê bandorek mezin li Tirkiyeyê bike û wiha got: "Pêdiviya Rojhilata Navîn bi modelek nû heye. Ji ber vê yekê divê demildest em aştiyê biparêzin. Bi cesaret divê em aştiyê biparêzin. Kesên aştîxwaz ji dewletê natirsin."
'PÊŞEROJEK XERAB JI NIVŞÊN NÛ RE DIHÊLIN'
Erol Akcan jî, diyar kir ku AKP bi êrîşên li ser Efrînê dixwaze biratiya kurd û tirkan têk bibe û wiha axivî: "Kesên gelan ber bi şer ve dibin, dê yek bi yek bên darizandin. Aştî sembola jiyanê ye. Şaxê zeytûnê tê wateya aştiyê. Dixwazin cewherê wê jî bi 'Tevgera Çiqila Zeytûnê' biguherin. Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa dagirkirinê ye. AKP di ferqê de ye ku pêşeroje pir xerab dê ji nifşên nû re bihêle. Qetilkirina mirovan a li Efrînê dê bandoreke mayînde bide der. Civaka muhafezekar divê zimanê aştiyê ji bo pêşeroja xwe bilintir bike. Ger ev şer bidome em ê gelek şerm bikin. Em aştiyê dixwazin ne şer."
'ŞER KESEKÊ NAFIKIRE'
Ekolojîst Alî Riza Avcan jî, got ku şer hem derdorê û hem jî mirovan tune dike û wiha axivî: "Bombeyên tên teqandin, guleyên tên reşandin, gazên tên avêtin, hemû zindiyên Kurdistanê tune dikin. Şer her tim wêran û xera dike. Lê a girîng avakirina jiyanê ye."
'AŞTÎ PARASTIN NE SÛCE'
Avcan, da zanîn ku dê bi van tiştên tên jiyîn re dê civaka Tirkiyeyê jî xizan bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her ku diçe welatên çekan çê dikin dewlemend dibin. Êdî em li cihê ku gotin qediyaye. Divê li dijî şer em aştiyê biparêzin. Li Tirkiyeyê ji bo aştiyê baş bixebitin. Ev erka herî pîroze. Aştî parastin ne sûc e."