AMED - Hevşaredarên DBP'î yên bi KHK'yan qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn cara 10'emîn ji peywirê hatin dûrxistin.
Ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK), qeyûm tayînî 94 şaredariyên DBP'î hatbû kirin. Her wiha fealiyetên 12 şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan nehatin kirin jî ketin bin destûra qeymeqam. Piştî tayînkirina qeyûman der barê 93 hevşaredarên ku bi hilbijartinê hatin ser kar û bi KHK'yan ji peywirê hatin dûrxistin lêpirsîn hat destpêkirin. Ji hevşaredaran 64 jê girtîne. Hevşaredarên ku bi heman KHK'ê ji peywirê hatin dûrxistin û paşê hatin girtin, tevî ku ji 3 parên meaşên wan 2 par jê nayên dayîn jî, Wezareta Karên Hundurîn du mehan carekê teblîxatê ji wan re dişîne û tim wan ji peywirê dûr dixe.
DU MEHAN CAREKÊ WAN JI PEYWIRÊ DÛR DIXIN
Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û li benda encama lêpirsînê ye ku der barê wê de hatiye vekirin, heta niha gelek caran teblîxat jê re hatine şandin û gelek caran ji peywirê hatiye dûrxistin. Uren destnîşan kir ku bi awayekî derhuqûqî rêveberiyên şaredariyan hatine desteserkirin û wiha got: "Ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn ve du mehan carekê nivîsa dûrxistina ji peywirê ji me re tê. Meclîsên şaredariyan hatin bêerkkirin, ji bo civînan gazî endamên meclîsê nayên kirin û qeyûm bi tena serê xwe biryaran distînin."
Uren diyar kir ku ji hêla qanûnî ve qeyûm demborî ne û wiha domand: "Bi awayekî wekaletî li cihê me dinêrin. Lê dema em dinêrin, wek serokên şaredariyê bin îmzeyan davêjin ewraqan. Tenê kesên hatine hilbijartin serokên wan şaredariya ne. Ji hêla gel ve jî bi awayekî qanûnî em serkên wan şaredariya ne. Li holê xespkirinek heye."
‘DELÎLEK JÎ TUNE YE'
Uren wiha got: "Ev ne pêvajoyeke huqûqî bû. Tayînkirina qeyûman biryareke siyasî bû. Rayedaran der barê me de bi hezaran sûc afirandin. Hîn jî îdianameya doza min tune ye. Dema em lêpirsîn kirin îdiakirin ku em pereyan didin PKK'ê, lê hewaleyên ku me kiribûn hemû meaşên karkeran e. Ji xwe mufetîşên Serokwezîrtiyê gelek caran venêrîn kiribûn. Du mehan carekê venêrîn hebû. Tu tişt jî nedîtin. Lê dema mirov li tiştên ku me pê tawanbar dikin dinere, îdiayên bêbinî yên wek heqareta li dewletê, desteka fînansî ya ji bo rêxistinê."
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Abbas Azîzoglû jî anî ziman ku wê çewisandinên li hemberî rêveberên hatine hilbijartin tu carî negihêjin mexseda xwe û wiha got: "Ev polîtîkayeke ku hewl dide me bitepisîne. Li tu deverê pirsgirêkên civakiyî bi zext û zoriyan nehatine çareserkirin." Azîzoglû destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman re polîtîkaya xizmeta rêveberiyên herîmê hatiye serobinokirin û qeyûman meclîsên şaredariyê bêerk hiştine. Azîzoglû bi lêv kir ku li gor qanûnê ev yek derhuqûqî ye.