ÎZMÎR - Parêzerên Baroya Îzmîirê bal kişandin ser kesên li dijî şer derdikevin û tên binçavkirin û aşkera kirin ku parastina aştiyê mafek e û xwestin kes ji daxwaza aştiyê netirse.
Piştî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê wê li dijî Efrînê operasyon dan destpêkirin, gelek kesan ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê li ser hesabên medyaya civakî parve kirin. Ji ber van parvekirinan gelek kes bi fermana AKP'ê hatin binçavkirin. Parêzerên Baroya Îzmîrê gotin ku parastina aştiyê maf e, bila kes ji daxwaza aştiyê paşve gav neavêje.
Parêzer Çagla Demîz Felamur, da zanîn ku berî OHAL'ê jî zextên li ser mirovan dewam dikirin, bi OHAL'ê re êdî zext bûne bûyereke ji rêzê. Felamur, aşkera kir ku ji ber operasyona Efrînê dê demeke dirêj OHAL ranebe û wiha got: "Dê ji civakê re bêjin 'Em şer dikin' û OHAL'ê berdewam bikin."
Felamur anî ziman ku kî dengekî herî kêm jî li dijî desthilatdariyê derxe, zextan lê dikin û piştî operasyona Efrînê jî dixwestin mirovan bêdeng bikin û wiha axivî: "Dibe ku beşeke piştgiriyê bide operasyona Efrînê. Lê em ne mecbûr in şer bixwazin. Dibe mirov aştiyê bixwazin. Gelek rê û rêbazên vê hene."
‘HIKUMET BI KHK'YAN PÊŞÎ LI MILÎSAN VEDIKE’
Felamur aşkera kir ku kesên li ser medyaya civakî dijberiya şer dikin û aştiyê dixwazin, bi gefan re rû bi rû dimînin û wan binçav dikin û wiha pê de çû: "Divê der barê wan kesên ku şer sor dikin û cudahiyê dixin navbera gelan de bên darizandin. Lê bi KHK'ya dawî re desthilatdariyê pêşî li milîsan vekir. Her kesî bi çek dike û kî dijberî desthilatdariyê be, êrîşê wan dike. Van mirovan hêz dîtin. Ji bo wê bi rihetiya dê tiştek neyê serê wan, dê li gorî dilê xwe tev bigere."
Parêzer Deman Guler jî got ku dibe ku di vê pêvajoyê de zêde dengê civakê dernakeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê piştî OHAL hat şidandin, xwestin civaka sivîl bêdeng bikin. Em jî dizanin dê ev wisa neçe. Ji ber ku tişta em dibêjin hiqûq, tenê bi qanûn û bêqanûniyê re sînor nîne. Em ê di demên pêş de vê binpêkirinên mafan di platformên navneteweyî de binirxînin."
‘ME OHAL ASAYÎ KIR’
Guler destnîşan kir ku ji xwe nabe her kes xwe bide aliyê şer û ev tişt anî ziman: "Gengeşiyeke wisa avakirin ku; wekî ku divê her kes mecbûr piştgiriya şer bike. Bi taybetî jî medyaya alîgir... Ev zext û tundiya li dijî aştîxwazan pêk tê, heke îro nebe jî dê sibê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bê darizandin û dê Neteweyê Yekbûyî (NY) dest bavêje vê bêhiqûqiyê. Dê teqes bên cezakirin."
‘DIVÊ KES JI DAXWAZA AŞTIYÊ NETIRSE’
Parêzer Îhsan Can Akmarul jî diyar kir ku bi operasyona li dijî Efrînê re, gotina "Ez şer naxwazim" wekî sûc tê dîtin, gilên Tirkiyeyê di bin zextan de ye. Akmarul da zanîn ku zextên ku pêk tên, encama ku rêveberiyê derxistiye holê ye û ev nirxandin kir: "Divê neyê jibîrkirin ku daxwaza aştiyê daxwazeke bi rûmet e. Ev daxwazeke e û divê mirov wêrek bin. Ji ber ku tişta ku dikin hemû bêhiqûqî ye."
‘ME SERÎ LI NY'YÊ DA’
Hevberdevka Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) a Îzmîrê Fatma Demîrer jî derbirî ku hem di nava jiyana rojnane de û hem jî li ser medyaya civakî, der barê operasyona Efrînê de gelek parvekirin pêk tên û ne pêkan e mirov xwe ji vê dûr bixin û wiha got: "Îcraetên desthilatdariyê li gorî berjewendiyên wê ne û li gorî wê zimanekî diaxive. Li dijî vê jî mafê gel û welatiyan heye ku gotina xwe bêjin. Kesên parvekirin kirine, bi îdiaya 'Propagandaya rêxistinê kirine' der barê wan de lêpirsîn tê destpêkirin. Me der barê vê rewşê de serî li Konseya Mafên Mirovan a NY'yê da. Pêkanîneke dijhiqûqê heye. Di rewşeke wiha de divê azadiya mirovan ji destên wan neyên girtin."