AMED –Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Parêzer Onder Alçîçek, diyar kir ku di dema 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê girtî li hemberî ferzkirina kincên yektîpî berxwedaneke mezin nîşan dabûn û balkêş e ku niha jî ewil kincên yektîpî anîn Girtîgeha Amedê.
Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Parêzer Onder Alçîçek, ku serdana Girtîgeha Amedê ya ku ewil kincên yektîpî jê re hatin şandin kir, anî ziman ku girtiyên ku wî bi wan re hevdîtin çê kiriye diyarkirine ku qethiyen ew ê vê ferzkirinê qebûl nekin. Alçîçek diyar kir ku girtî vê sepandinê wek binpêkirina kesayetiyê dinirxînin û wiha got: "Girtî dibêjin ger bivê ew ê neçin danişînan û nexweşxaneyê. Di vî warî de zelal in."
Alçîçek bi lêv kir ku di danişînên ku girtî bi kincên yektîpî bên darizandin de wê darizandineke adil pêk neyê û kincên yektîpî profîla sûcdariyê dide der. Alçîçek wiha got: "Hem li ber çavê civakê hem jî li ber çavê dadgehê girtî rasterast sûcdar tê hesibandin. Ev tê wateya binpêkirina mafê darizandinê."
Alçîçek got ku balkêş e kincên yektîpî ewil ji bo Amedê hatine şandin û wiha got: "Girtîgeheke ku remza berxwedanê ye. Lê belê dewlet, tişta ku piştî 12'ê Îlonê nikaribû pêk bîne, dixwaze niha pêk bîne. Bi vê re dixwazin peyamekê bidin berxwedanda ku di mêjiyê girtiyan de cih girtiye." Alçîçek bi bîr xist ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de girtiyan li hemberî ferzkirina kincên yektîpî berxwedaneke mezin nîşan dane û li xwe nekirine. Alçîçek wiha domand: "Grevên birçîbûnê çê bûn. Kinc çirandin û avêtin. Tazî derketin dadgehê. Piştî van bertekan hat guherandin. Ger îro heman biryar dîsa bê ferzkirin, wê bandoreke wê ya mezin li ser civakê çê bibe. Nêzî 150 hezar girtî û hikumxwar hene. Wê refleksa malbatên wan çawa be."
‘TU ZEMÎNEKE WÊ YA HUQÛQÎ TUNE YE'
Alçîçek diyar kir ku ferzkirina kincên yektîpî dijî rêgezên huqûqa derûnî ye û ev biryara ne li gor peymanên navnetewî yên Tirkiye jî alîgirê wan e.Alçîçek destnîşan kir ku tu zemîneke huqûqî ya vê ferzkirinê tune ye. Alçîçek bi lêv kir ku dê dosyeyên girtiyên ku li dijî ferzkirina yektîpî neçin danişînan ji DMME'yê vegerin û li gor DMME'yê dema nêvengeke parêziyê tune be divê darizanin pêk neyê û dema dadgehên herêmî ceza bidin jî, wê ew dosye ji DMME'yê vegerin.
Alçîçek destnîşan kir ku kincên yektîpî beşa "Qedexeya îşkenceyê. Divê tu kes tabiî cezayên îşkenceyê, binpêkirina rûmetê neyên" a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bin pê dike û heke bê sepandin wê ev ferzkirin gelek mirovan mexdûr bike. Alçîçek diyar kir ku ew komîsyona girtîgehê ew ê li dijî vê ferzkirinê desteka huqûqî bidin û wê hemû rêxistinên civaka sivîl û komeleyên mafên mirovan li dijî vê sepandina derî mafên mirovan e bi awayekî tevkar tev bigerin.