STENBOL – Xebatkar û bernamevanê TV10 a bi KHK'ê hat girtin Huseyin Kelleci, bertek nîşanî girtina xebatkarên televîzyonê da û wiha got: "Ew çi qas dengê elewiyan bitepisînin û bigirin jî, em ê tim dengê xwe bilind bikin."
Piştî TV10 bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, kameravanê televîzyonê Kemal Demîr, Serokê Desteya Rêvebir a TV10'ê Velî Buyukşahîn û Endamê Desteya Weşanê Velî Haydar Guleç di dîrokên cuda de hatin girtin. Bernamevan û xebatkarê TV10 Huseyîn Kellecî bertek nîşanî çewsandinên li ser xebatkarên televîzyonê da.
Kellecî destnîşan kir ku TV10 hewl dida bibe dengê elewiyên kurd, tirkmen, ereb û yên din ên li her derê Tirkiyeyê û di nav 5 salan de bû sedema ku gelek elewî hevdu nas bikin. Kellecî bi lêv kir ku di dema weşanê de jî televîzyon gelek caran bi astengiyan re rû bi rû maye û ev tişt gotin: "Dem dem ji emniyetê dihatin û digotin vî tiştî, wî tiştî nebêjin. Her wiha dema em diçûn bajaran jî em bi hin astengiyan re rû bi rû diman. Carinan tekelên wesayîtên me dihatin kêrkirin. Lê çewisandineke pir cidî tune bû."
Kelleci diyar kir ku a rast biryara girtina televîzyona wan di 27'ê Tîrmeha 2016'an de hatiye dayîn û wiha domand: "Lê di 29'ê Kanûnê de girtin. Paşê me dît ku ne bi KHK'ê lê li ser biryara Birêz Serokomar Erdogan hatiye girtin. Temaşevanên me li RTUK'ê geriyan, gotin tu eleqeya me pê tune ye. Di nav 5 salan de 3 caran hatiye hişyarkirin û 3 caran ceza lê hatiye birîn. Me hersê ceza jî dan. Me 2 jê dan dadgehê û me pereyên xwe paş de stend. Di ya din de jî ji ber em sûcdar bûne me cezayê pereyî da. Di warê pereyî, aborî de tu pirgirêk çê nebûn. Lê em dibînin ku hinek jê nerihet dibin." Kelleci diyar kir ku bêyî bê pirsîn an jî gotin televîzyon hatiye girtin.
'DIVÊ ELEWÎ XWEDÎ LI WAN DERKEVIN'
Di demên dawî de xebatkarên TV10'ê tên binçavkirin û girtin. Kellecî ev girtin û binçavkirin şermezar kirin û bertek nîşanî wan da. Kellecî bi lêv kir ku ji ber hevalên wan dengê elewiyan bûn û pirsgirêkên mirovan vediguhêzandin ser ekranan hatine girtin. Kellecî destnîşan kir ku divê raya elewiyan xwedî li hevalên wan ên girtî derkevin.
Kellecî ev tişt gotin: "Divê di vî warî de bêtir dengê wan bê ragihandin. Ew çi qas dengê elewiyan bitepisînin û bigirin jî, em ê tim dengê xwe bilind bikin. Em ê tim behsa demokrasî û aştiyê bikin. Em ê nerevin, em ne kirêvanên vî welatî ne. Em xwediyê vî welatî ne. Em ê tim bitêkoşin."