STENBOL - Koordînasyona Dijberî Şer, diyar kir ku şer ne lîstoka kompîtûrê ye û ev tişt got: "Kesên ku îro aştiyê dixwazin 'sûcdar' îlan dikin. Dixwazin bêdengiya mirinê hebe. Em mirinê na jiyanê biparêzin. Li Efrînê dagirkerî û komkujî heye. Divê em qêrîna aştiyê bilind bikin û ji şer re bêjin na."
Koordînasyona Diberî Şer, ji bo êrîşên TSK û OSO'yê yên li dijî Efrînê şermezar bike, li Şaxa Stenbolê ya Odeya Endezyarên Makîneyê Yekîtiya ODeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu, Wekîlê Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Garo Paylan, Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, endamê MYK'e Levent Tuzel, Hevseroka Partiya Ji Nûve Avakiriya Sosyalît (SYKP) Ahmet Kaya, Hevberdevkê Bloka Aştiyê Ozgur Muftuoglu, dîroknas Erdogan Aydin, endamên MYK û Meclisa HDP'ê jî di nav de gelek hunermend, akademîsyen, siyasetmedar û berdevkên oldaran beşdarî civînê bûn.
'PÊWÎSTÎ BI KAHÎNBÛNÊ TUNE'
Çêkerê Fîlman Nesteren Davutoglu, gotinên nivîskarekî fransî ên wekî "Hemû şer şerê navxweyî ne, ji ber ku hemû mirov xwişk û bira ne" bi bîr xist û ev tişt got: "Dîrok, mirovahî careke din me diceribîne. Em dizanin dê ev daxuyaniya me şer nede rawestandin lê gotinên me, ji mirina mirovan re dibêje 'na' û ev wekî nîşeyekê dikeve dîrokê. Ev şerê li dijî Efrînê wekî razemeniya serokatiyê daye pêşberî xwe, tu kes ji me encamê wê nizane. Lê em dizanin ku dê qet ne baş be." Davutoglu aşkera kir ku dixwazin bêdengiya mirinê hebe û wiha axivî: "Di vê bêdengiya mirinê de, kes nizane li bajarê Efrînê ya ku kurd henifî, sunî ereb, şîî tirkmen, elewî kurd, ortodos sûryanî-ermenî, çerkez û kurdên ezidî lê dijin çi dikişînin? Dengê bi hezran mêr, jin, zarok, nexweş û kalan-pîran nayê bihîstin." Davutoglu got ku ew mirinê na, jiyanê diparêzin.
GURKAN: NE PIRSGIREKA EWLEHIYÊ, PIRSGIRÊKA POLÎTÎKAYÊ HEYE
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî anî ziman ku demek dirêj e li herêmê polîtîkaya Rûsya û DYA'yê di pratîkê de ye û wiha axivî: "Em ji şerê ku vî welatî derxistiye re şahidiyê dikin. Heta ev şerê reqabetê li holê be dê li Rojhilata Navîn şer dewam bike. AKP'ê jî di çarçoveya vê polîtîkaya şer de operasyon daye destpêkirin. Wekî ku hikumetê îdia kiriye, ev şer ne li dijî emperyalîzmê ye."
SONMEZ: DIVÊ EM WÊREKIYÊ BIDIN CIVAKÊ
Berdevkê Pêşeroja Çep û Keskan Nacî Sonmez, da zanîn ku wijdan tên kuştin û wiha pê de çû: "Mafê jiyanê bi tevahî di hedefa desthilatedariya siyasî de ye û kesên li dijî vê deng derdixin, berdêla wê binçavkirin. Sekna li dijî şer gelekî bi qîmet e. Wêrekiya ku divê bidin civakê wekî barekî li ser milê me ye.
HAMZAOGLU: LI EFRÎNÊ KOMKUJIYÊ HEYE
Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, destnîşan kir ku wî bi dehan salan li fakulteyan perwerdeyên der barê şer de dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez dibêjim ku şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya civakê ye. Zarok, pitik tên kuştin, hemû sivîlan dikin armanc." Hamzaoglu derbirî ku peymana der barê şer de cara ewil di sala 1907'an de di Peymana Leheyê de hatiye îmzekirin, piştî wê Peymana Cenevreyê ya 1949'an hatiye û wiha got: "Dema em van hemûyan didin ber hev, li Efrînê şer tune. Rewşeke li dijî şer a hiqûqa navneteweyî li holê heye. Li Efrînê dagirkerî û komkujî heye."
PAYLAN: ARMANC QIRKIRINA PIRÇANDIYÊ YE
Wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan bertek nîşanî şerê li dijî Efrînê da û ev tişt anî ziman: "Di nava vê hemû şewatê de Efrîn tenê mala xwe diparêze, ji vê şewatê dûr xist û ruxmê her tiştî jiyanek pirçandî danî holê. Dema çeteyan êrîşê cih û warên ermeniyan kirin, herêmê ermeniyan jî hatin parastin. Dibe ku armanca vê êrîşê jî dijberiya vê pir çandê ye. Ruxmê her tiştî ez di wê baweriyê de me dê gelê Efrînê mala xwe biparêzin û êrîşan vala derxin."
ELÎAÇIK: OLÊ DIKIN AMÛRA ŞER Û EV NAYÊ QEBÛLKIRIN
Li ser navê mislimanên antîkapîtalîst îlahyatvan û nivîskar Îhsan Elîaçik axivî û wiha pê de çû: "Hevgirtina niha li Tirkiyeyê li ser birdoziya 'fethê' û 'sêva sor' hatiye avakirin. Her du jî nayên qebûlkirin. Fetihkirin dagirkerî û şer e, her tiştî wekî xanîmet dibîne û xeracê li ser ferz dike. Fetih vekirin e. Li ser Aştiya Hudeybiyê hatiye. Ne ji bo welatan bi dest bixin, tê wateya dest ji çek berdanê. Armanca me ew e, em ola ku wekî amurekî şer didin xebatê red bikin. Wateya sêva sor jî ew e serweriya Cîhanî ya Tirk e. Li gorî baweriya îslamê milk yê Xwedê ye û kesê bixwaze serweriya wê bike dibe şirîk. Lê dema ji derveve li van mêze dikin, wekî kuk Îsalm ev be tê dîtin. Divê ola me bi vî şeklî neyê xebitandin û em vê qebûl nakin."
OKÇUOGLU: EM DI DEMEKE KU AŞTÎ SÛC TÊ DÎTIN DE DIJÎN
Endamê Koma Diyalogê Huseyîn Okçuoglu, aşkera kir ku şer hêsan, lê aştî zehmet e û wiha axivî: "Kesên ku aştiyê dixwazin tu berjewendiyên wan tune ne. Lê kesên şer dikin berjewendiyên wan hene. Parastina aştiyê demdirêj, şer di rojekê de jî dibe. Di 58 salan de min nedît aştî sûc e."
CAN: DÊ KURD LÎSTIKÊN EMPERYALÎSTAN VALE DERXIN
Endamê MYK'a Federasyona Elewiyên Bektaşî Mustafa Can, diyar kir ku mirovekê dibêje "Ez tim hatim xapandin" hemû kesê dixapîne û wiha axivî: "Ji ber bi salane li ser vê erdnigariyê em dibêjin aştî û biratî em tên qetilkirin. Li gorî min li Efrînê kurdan darxistin kewara mîşan. Wan lîstîkên emperyalîzmê yên li Rojhilata Navîn vale derxistin. Kujer têk birin. Teqez ên hesabê vê yekê bipirsin dê hebin. Îro roj roja lanet kirin şere û dengê aştiyê li koçeyan bilind kirin."
KAYA: TAM WEXTÊ WÊ YE KU EM JI ŞER RE BÊJIN ÊDÎ BES E
Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Ammet Kaya jî, anî ziman ku ji xwe her serdemê Tirkiye dinava şerê Sûriyeyê debû û wiha got: "Lê niha dixwaze bi awayekê cûda cih tê de bigire. Tam wextê wê ye ku em ji şer re bêjin êdî bese û dengê aştiyê bilind bikin. Em ê dengê xwe yê aştiyê bidomînin."
GUNAY: ŞER NE LÎSTIKA KOMPÎTÛRÊ YE
Alîkarê Serokê Giştî yê Mala Gel Nurî Gunay, da zanîn ku li cihê ku şer hebe hemû birin sûcên mirovahiyê ne û wiha got: "Şer ne lîstika kompîtûrê ye. Lê mîna lîstîka bilgiseyaran nîşan didin. Ji ber ku mirov aştiyê dixwazin li hemû cihan tên binçavkirin. Ji bo em dengê aştiyê bilind bikin tişta ji destên me were emê bikin."
AYDIN: ARMANC REJÎMA YEK ZILAMÎ REWA KIRIN E
Li ser navê Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) dîroknas Erdogan Aydin axivî û wiha got: "Ev êrîş ji bo rewakirina 'rejîma yek zilamiye.' "
BAKIR: DIXWAZIN GEL MEHKUMÎ FAŞÎZMÊ BIKIN
Endamê ESP'Ê Denîz Bakir jî, da zanîn ku bi Efrînê re dixwazin hişmendî, jiyan û mejiyê gelên Tirkiyeyê jî dagir bikin û wiha bilêv kir: "Divê em piştgiriyê bidin hev û tim bi hev re bin. Dixwazin gel mehkûmê faşîzma tarî ya rejîma OHAL'ê bikin. Dixwazin şer bikin parçeyekê jiyana me. Di vê em têbikoşin. Divê em li gel Şoreşa Rojava bin û di refên berxwedanê de cih bigirin."
BÎKG: BI RASTÎ ÇI DIXWAZIN?
Edama Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê (BÎKG) Lale Bakirozer jî axivî û wiha bilê kir: "Bi rastî em çi dixwazin divê em diyar bikin."