ÊLIH – Li taxa Yeşîltepe ya Êlihê polîsan bi ser qehwexaneyekê de girtin, welatî di kontrola GBT’ê de derbas kirin û welatiyê piyê xwe avêtibû ser hev derp kirin. Polîsan rojnameyên Welat û Ozgurlukçu Demokrasî û salnameya HDP’ê jî çirandin û avêtin erdê.
Duh di saetên êvarê de Li taxa Yeşîltepe ya girêdayî navenda Êlihê polîsan bi ser qahwexaneyekê de girt. Polîsan bi ser qehwexaneya ku nêzî 50 welatî lê hebûn de girt û nasnameya hemûyan di kontrola GBT’ê de derbas kirin. Li gel vê yekê balkêş bû ku polîsan ji nava ewqas mirov, hesabê medya civakî jî ji welatiyekî tenê pirsî. Polîsan lêgerîn li qehwexaneyê pêk anî û salnameya HDP’ê ya sala 2018’an, rojnameyên Welat û Ozgurlukçu Demokrasî yên li qehwexaneyê li ber çavê welatiyan çirand û avêt erdê.
Xebatkarê qehwexaneyê û şahidê bûyerê Sîdar Argiş destnîşan kir ku tiştên li qehwexaneyê pêk hatin tu wate nedanê û mafên wî yên mirovî hatiye binpêkirin. Argiş da zanîn ku tişta li qehwexaneyê pêk hat pêkanînek kêfî ye û got: “Polîsan li qehwexaneyê ji ber ku welatiyê bi navê Umut yê 27 salî piyê xwe avêtibû ser hev heqaret lê kirin. Polîsan ji Umut re got ‘Wek mirovan rûnê.’ Li ser vê yekê Umut li dijî wan derket. Wî birin bin derenceyê. Piştî wî birin me qîrîna wî bihîst. Dema Umut hat cem me got ku wî derp kirine. Her wiha rojnameyan û salname jî li ber çavê însanan qelaştin.”