EFRÎN – Rayedarên Nexweşxaneya Avrînê ya Efrinê nasnameya sivîlên di navbera 20-23'ê Çile de di encama bombekirina balafirên şer ên TSK'ê de birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan aşkere kirin.
Şerê TSK-OSO yê bi fermana AKP-MHP-CHP'ê di 20'ê Çile de li dijî gelê Efrînê da destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike. Balafirên şer ên TSK'ê di roja ewil de 72 balafirên şer 100 ton bombe li ser axa Efrînê barandin. Di bonbebaranê de gelek gund bûn hedef û gelek xanî xera bûn. Gelek zarok û mezin di bin xaniyan de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di
Kesên di bombebarana balafirên şer ên TSK'ê de birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan rakirn Nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê. Rayedarên nexweşxaneyê nasname û wêneyê 17 sivîlên di navbera 20-23'ê Çile de ji ber bombebaranê jiyana xwe ji dest dan û 16 sivîlên birîndar bûnaşkere kir. Rayedarên nexweşxaneyê nasname û wêneyê kuştî û birîndaran bi cemaweriya cîhanê re parve kir. Rayedaran diyar kirin ku yên jiyana xwe ji dest dane girêdayî gundê girêdayî navçeyên Raco, Bilbilê, Cindires, Şera û Şêrawa nin.
Sivîlên li Efrîn û navçeyên wê jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Yehya Ehmed Hemade (11); Ji Hehebê koçî gundê Terende kiribû. Çar meh berê ji bajarê Maarat el-Numaan ê Idbilê ji şer reviya hat li gundê Cilbiriye bi cih bûbû. Ji malbata El Huseyn ên bi çiftlika mirîşkan mijûl dibûn jî Rehef El Huseyn (33), Waîl El Huseyn (1), Hedîl El Huseyn (10), Xaliye El Huseyn (8), Selma El Huseyn, (6), Museb El Huseyn (6), Ehmed El Huseyn (17), kesê 30 salî ku nasnameya wî diyar nebû yê ji gundê Cilbiriye, Muhemmed Xelil Bekir (10); ji gundê Eltaniyo yê Reco. Kesê 30 salî ku nasnameya wî diyar nebû ji gundê Edama. Sosin Cemil (35); ji gundê Tel Selurê. Almaze Şêxo Horo (50); ji navçeya Cindirêsê. Zarokê 14 sali yê nasnameya wi diyar nebû. Ciwanê 19 salî ku nasnameya wî diyar nebû. Jina 55 salî ya nasnameya we diyar nebû. Kenco Kenco (60); ji gundê Terende yê Mecbeleyê.
KESÊN BIRÎNDAR BÛN
Kesên birindar bûn nasnameya wan wiha ye: Ehmed Sebrî Kindî (45); ji gundê Hemamê ye. Asya Şêx Murad (70); Ji gundê Şeya ye ji serê xwe birîndar bûye. Reşid Dawud Îso (71), ji navçeya Bilbilê ye ji rû û pişta xwe birîndar bûye. Zeynep Hemkelîno (40) û Huseyn Hesen Hemkelîno (17), Ji gundê Muamil Uşaxî, Ferîde Kolîn (56), Ji gundê Şeya, Hesen Huseyn Muhemmed (59) ji navçeya Cindiresê ji rûyê xwe birîndar bûye. Muhemmed Reşid Hesen (40); ji navçeya Cindiresê ji situyê xwebirîndar bûye. Sewqî nexweşxaneya Selamê kirin. Mustefa Ebû Hemo (12), Basme Muhemmed Beco (32) ji navçeya Cindiresê. Ayet Nebû (7) ji navçeya Cindiresê. Cengiz Ehmed Xelîl (20), ji gundê Meydan Ekbesê ji zikê xwe birîndar bû. Şemse Mûsa (75), Welid Kones (18), Henîfe Kones (35) ji navçeya Raco ye. Mustefa Muhemmed Xelef (12) ji navçeya Cindiresê ye.