ÊLIH – Dayikên Aştiyê yên Êlihê êrîşên TSK’ê û komên girêdayê wê yên li dijî Efrînê şermezar kirin û ev tişt gotin: “Hewara me Efrîn e. Zarok tên parçekirin kes nabîne û her kes bêdeng e. Werin Em xwedî li Efrînê derbikevin.”
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê bi boneya êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayê wê yên li ser Efrînê şermezar bikin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de dayik û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) amade bûn. Li ser navê dayikan endama meclisê Meyase Akdag axivî û diyar kir ku ji bo ew xwedî li Efrînê derkevin hatine gel hev.
Akdag bi bîr xist ku gelek bajarên kurdan hatin hilweşandin û bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Akdag anî ziman ku ew naxwazin kes jiyana xwe ji dest bide û wiha got: “Em ji şer û herikîna xwînê re dibêjin na. Hewara me ji bo Efrînê ye. Bi balafiran zarokan qetil dikin. Zarok tên parçekirin, kes nabîne û tevahiya cîhanê bêdeng e. Hestiyan derdixin kes dengê xwe nake. Li tu devera cîhanê ev hovîtî tune ye. Di serî de ez bang li gelê Êlihê û tevahiya cîhanê dikin ku bila ji bo Efrînê bêdeng nemînin û rabin ser piya. Em şer naxwazin aştiyê dixwazin.”
Civîn bi çepikan bi dawî bû.