STENBOL - Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), bi ayetan bersiv da fermana Diyanetê ya piştî operasyona li dijî Efrînê li hemû Mizgeftan sureya Fatîhê bixwînin.
Kongreya Îslama Demokartîk (KÎD), der barê êrîşên li ser Efrînê û fermana Serokê Karê Diyanetê ya piştî êrîşê ferman da hemû mizgeftan ku sureya Fatîha bixwinîn, daxuyaniyek nivîskî weşand. KÎD'ê diyar kir ku her roja derbas dibe li welat îstîsmara ol a desthilatdarekê, dibe sedema rizandin û lewazbûna baweriyan. Yek ji vê îstîsmarê mînaka şer a Efrînê ye. KÎD'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Femana xwendina sureya Fatîh a Serokê Karê Diyanetê ji ya muşrikên Mekkeyê bêtir zirar daye. Bi têgîna xwestin ava bikin, çewherê ol û Kuranê ardin guhetin, bêbextî li Xwedê û qasidên wî kirin.
‘RÊVEBERÊN ZALÎM ‘FETÎH’Ê ÎSTÎSMAR DIKIN’
KÎD'ê da zanîn ku sureya Fetîhê mizginiya aştiyêye û wiha pê de çû: "Ev sure ne ji bo şer hatiye gotin, ji bo mîzgînaya aştiyê hatiye gotin. Fetîh ne ji bo 'dagirkeriya axêye' û mirov nikare bi şer û tundiyê ve girê bide. Rêverên desthilatdar û zalim ên piştî Hz. Pexember, ji bo di nêrîna gel de zalimtiya xwe rewa bikin, herî zêde sureya 'Fatîhê' îstismar dikin. Çawan ku Huseyên û Zeynep li dijî ferasetên desthilatdar ên dewlet, serdest û Yêzîtçî derketin, em ê jî îro li dijî zilmê, desthilatdariyê û êrîşan serî netewînin û xwe nekin kole. Bêguman va'da Xwedê heqe. Bila êdî cîhan me ber bi jiyana derewan ve nebe û derewker jî bila me bi Xwedê ne xapînin. Lokman, 33)
Ey mirovan, vaada Xwedê heqe! Wê demê bila jiyana cîhanê ya bê ser û ber we ne xapîne! Ew xapandina mezin, ew a pir bi qure bila we bi xwedê nexapîne. 35- Fatır/5
Weke Rebbê Mezin dayî diyar kirin, ên ku we bi xwedê dixapînin îro hîne. Ji bo em a girîng çawan ku sibe heye, îro jî pêwîste hebe. Li şûna ku em teslîmê jiyana hatî veguherandin bibin, divê bi rûmeta xwe em têkoşîna heqîqetê bidin.
'Teqez, dê Xwedê, fermanê bide we ku hûn emanetê wî pêk bînin û bi awayekê edalet mirovan bi rêve bibin. (Nisa, 4/58)
'Kesên ku xêreke biçûk jî bikin, dê beramberê wê bigire. Ên ku pir hindik şer jî bikin dê beramberî wê bibînin. ' (Zilzal, 99/7-8)
'Teqez, dê Xweda fermana edalet, başî û yekitiyê bide, bêheyatiyê, nebaşiyê û harbûnê jî qedexe bike.' (Nahl, 16/90)
'Ne şibin zilamkarên xwe, nexwe dê agir we jî bişewîtîne.'( Hud, 11/113)
'Ên ku ne şer, aşatiyê biparêzin, dê Xwedê û Pexember jî biparêzin.'”