NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li Silêbaniyê bi beşdariya sazî û dezgehên Başûr û nûnerên çar parçeyên Kurdistanê dê Komcivîna Yekîtiya Neteweyî pêk bînin. Di komcivînê de dê bi taybet mijara Efrînê bikin rojev.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), dê sibê civîna “Şêwra yekîtiya netewî ya Başûrê Kurdistanê” pêk bîne. Komcivîn wê li Otêla Highcrest a bajarê Silêmaniyê saet di 10.00’an dest pê bike û du rojan berdewam bike. Li gorî agahiyên Endamê Komîteya Amadekar a KNK’ê Ferhat Doskî, ji bo komcivînê hemû partî û rêxistinên siyasî, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, ruspiyên herêmên Başûrê Kurdistanê hatine vexwendin. Doskî ji Ajansa Nûçeyan a ROJNEWS'ê re axivî û got heta niha ti bersiveke neyênî ji bo komcivînê nehatiye, vê carê komcivîn wê berfirehtir be, ji Raperîn, Germiyan, Pencewîn, Behdînan, Soran, Şengal, Hewlêr û Mexmûrê jî nûner hazir bin, her wiha rêxistinên jinên Başûr jî wê hazir bin û komcivîn wê bi tevlêbûna 250 delegeyî pêk were. Di nav beşdarên civînê de ji parçeyên dî yên Kurdistanê jî wê nûner hazir bin. Doskî, diyar kir ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de di komcivînê de mijareke taybet e û were gotûbêjkirin.