STENBOL - Parêzerên Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, 725 care serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê didin.
Parêzerê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Muharrem Şahîn ji bo sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve, parêzeran 725 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011’an vir ve 724 serlêdanên parêzeran bi hinceta “muxalefeta hewayê”, “keştî xirabe ye”, “keştî hêj nehatiye çêkirin” û “OHAL” heye, hatin astengkirin.