NAVENDA NÛÇEYAN – Sendîkaya UNISON ku bi milyonan kedkarên cemaweriyê yên li Îngilîstanê temsîl dike, ji ber êrîşên li ser Efrînê Tirkiye hişyar kir û ji Wezareta Karên Derve ya Brîtanya xwest destûr nede çekên Îngilîz li dijî Kurdan bikar bînin.
Sendîkaya UNISON ku bi milyonan kedkarên cemaweriyê yên li Îngilîstanê temsîl dike, Wezareta Karên Derve ya Brîtanya hişyar kir. Li ser navê UNISON’ê Sekreterê Giştî Dave Prentîs ji Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson re nameyeke vekirî şand û dilgiraniya xwe ya ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê anî ziman. Borîs Johnson, di nameya li ser navê UNISON şand de bi bîr xist ku bi milyonan mirov ji Sûriyê reviyan û bi milyonan mirov jî di nava welatê xwe de bûne penaber û wiha got: "Li Efrînê gelek Kurd dijîn û bi sedhezaran penaberên ji bajarên cur be cur ên Sûriyeyê ji ber şer reviyan û xwe li Efrînê girtine. Êrîşên Tirkiyê û çeteyan wan wê krîza mirovî girantir bike. Piştî agirbesta di navbera hikumeta Tirkiyeyê û PKK’ê de ya Tîrmeha 2015’an bi dawî bû, ji bajaran gelek mirov koçber bûn û bi hezaran Kurdan jiyana xwe ji dest dan."
Johnson herî di nameyê de herî dawî da zanîn ku xuya dibe ku êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê wê şerê li Bakurê Kurdistanê berfireh bike û bi operasyonê him li Tirkiyeyê him jî li Sûriyeyê heviyên aştiyê têne tinekirin. Johnson xwest ku Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê bi lezgînî bikeve dewrê ji bo êrîşên li ser Efrînê û herêmên din ên Kurdan bên sekinandin û wiha got: "Em ji hikumeta Brîtanyayê dixwazin ku firotina çekan a ji Tirkiyê re di cih de bisekinîne û ji bo çekên ku heta îro hatine firotin li dijî Kurdan neyên bikar anîn têkeve nava hewldanan. Dîsa em ji welatên ku Brîtanyaya Mezin, Îngilîstanê nûneriya 1,3 milyon karmend û kedkar dikin ku hestiyar tev bigerin.