ŞIRNEX – Li Cizîrê maşineya zirxî li wesayîta Mehmet Saît Alpkan xiztibû, Alpkan bi 2 kurê xwe birîndar bûbûn. Her sê welatî 3 roj in di beşa leşgîn de tên girtin.
Li navçeya Cizîrê yê Şirnexê di 22’ê Çileyê de, li ser rêya Silopiyê maşineyeke zirxî li wesayîta bi plaqeya 73 FD 871’an xistibû û ji heman malbatê Mehmet Saît Alpkan û kurên wî yên bi navê Hişyar û Halît Alpkan birîndar bûbûn. Di qezayê de serî stûyê M. Saît Alpkan şikest. Hersê welatiyên birîndar bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê di beşa lezgîn de tên dermankirin.
Hat gotin Halît Alpkan ji beşa lezgîn derketiye, lê Hişyar Alpkan hêj di beşa leşgîn de tê dermankirin.
BAVÊ WAN JÎ DI BEŞA LEZGÎN DE YE
Hat diyarkirin ku dê M. Saît Alpkan hêj demekê di beşa lezgîn de bê dermankirin û kurê wî Halît ji ber ku hestûyê pişta wî şikestiye, dê îro bê emeliyatkirin.
‘EM Ê DOZÊ VEKIN’
Halît Alpkan ê di heman demê de ajokarê wesayîtê bû, behsa qezayê kir. Alpkan destnîşan kir ku maşineya zirxî gelek bi lez dihat û ligel hemû hewldanan jî wî xwe ji maşineyê rizgar nekiriye û wiha got: “Heke min xwe bida ser peyarê, em ê biketana binê rê û dê wesayîteke bi ser me de biqulibiya.”
Alpkan da zanîn ku piştî bûyerê Qaymaqam Faîk Arican hatiye serdana wan, lê ji bo îfadeyê kes bi ser wan de nehatiye û aşkera kir ku ew ê serlêdana sûc bikin.