ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê sîstema 8 dermanxaneyan a bi navê Medula hat girtin û dermanxane êdî nikarin dermanan bifroşin.
Li navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopiya û Hezexê sîstema 8 dermanxaneyan a bi navê Medula ku di heman demê de wek 'Pergala êrêkirina reçeteyan' tê zanîn ji aliyê Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ve hat girtin. Sîstema Medula di heman demê de girêdana di navbera SGK û Wezareta Tendûristiyê ye û bi girtina sîstemê firotina dermanan a dermanxaneyan jî hat rawestandin.
DERMANXANE NE HATIN AGAHDARKIRIN
Bêyî ku hayê dermanxaneyan jê çê bibe û bên agahdarkirin nêzî mehek berê pergal hat girtin û hat hînbûn ku peymana dermanxaneyan ji aliyê SGK'ê ve bi awayekî yekalî hat bidawîkirin. Dermanfiroş jî ji bo têkîldarî girtinê, ji bo ji awagiyan wergirin serî li SGK'ê dan, lê tu encam bi dest nexistin. Dermanfiroşan bertek nîşanî vê yekê dan û destnîşan kirin ku ew nikarin dermanên xwe bifroşin.
Yekitiya Dermanfiroşan a Tirkiyeyê (TEB) Odeya Dermanfiroşan a Mêrdînê ya Herema 43'an jî tekîldarî girtina sîstema Medûla ya dermanxaneyan agahî bi dest nexistine û hat hînbûn ku hê jî bi awayekî fermî tu danezan ji odeyê re nehatiye şandi.
Her wiha li gor lêkolîn û agahiyên ku xwediyên 8 dermanxaneyên pergala wan hat girtin bi destxistine, ji ber der barê dermanxaneyan de "lêpirsîna ewlehiyê" hatine destpêkirin pergal hatiye girtin.