AMED – Piştî operasyona li dijî Efrînê dest pê kir, gelek kesên ku li dijî operasyonê derketin û nerazîbûn dan nîşan, binçav kirin. Parastvanên mafên mirovan diyar kirin ku parastina aştiyê mafekî makeqanûnî ye û bi tu awayî sûc nayê hesibandin.
Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li dijî Efrînê operasyon da destpêkirin û 6 roj e dewam dike. Şerê li qadê bi hemû germahiya xwe dewam dike, kesên dijî şer derdikevin an tên binçavkirin û girtin, an jî bi fermana hikumetê tên lînçkirin. Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa Amedê Racî Bîlîcî der barê mijarê de axivî. Bîlîcî, diyar kir ku bertekên miroan ên der barê operasyonê de ne mijara darazê, teqtîra civakê ye, ji Yekitiya Tabîbên Tirk Şeyhmus Gokalp jî aşkera kir ku ev spartek e ne sûc e.
'DIVÊ AZADIYA REMANÊ DI BINÊ EWLEHIYÊ DE BE'
Serokê ÎHD'a Amedê Bîlîcî destnîşan kir ku beyî ku şidetê biparêze bi her awayî dikare fikrên xwe bîne ziman û ev tişt got: "Ev mafekî ku Tirkiye piştgiriyê didê û bi peymanê girtine bin ewlehiyê. Azadiya remanê bi makeqanûnê girtine bin ewlehiyê. Mirov, sazî û siyasetmedar der barê mijarên ku wan eleqedar dikin de xwedî wî mafî ne ku fikrên xwe bînin ziman. Divê nêrînên cuda bînin ziman. Mirov û siyasetmedarên ku vê operasyonê naxwazin hene. Nêrîna neyînî ya siyasetmedaran a li dijî operasyonê ne karê darazê ye. Divê ev ji raya giştî re b^hiştin.
'ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ NADE QEZENC KIRIN'
Bîlîcî da zanîn ku her partiya siyasî xwedî bermane û destûrnameyê ye û wiha axivî: "Hemû partî ne mecbûrin ku heman helwestê bidin nîşan. Dema mirov deng didin, polîtîkaya wan a derve jî li ber çavan digirin. Îro partî li dijî operasyona Efrînê derkevin ev helwesteke elzem e. Çawa kesên ku operasyonê diparêzin xwe îfade dikin divê bingeha azadiya remanê bê vekirin. Heke fikrek bê astengkirin ev pirsgirêk e. Mirov dixwazin der barê pêşeroja xwe de biaxivin. Zext dê tiştekî bi welat nede qezenckirin. Kesên li dijî operasyona Efrînê derdikevin di bin zextek dijwar de ne. Her roj binçavkirin û girtin hene. Di nava van de siyasetmedarên hilbijartî û rojnamamevan hene."
'AZADIYÊ DIFETISÎNIN'
Bîlîcî aşkera kir ku dê operasyona Efrînê tiştekî bi Tirkiyeyê nede qezenckirin û wiha pê de çû: "Dê ev êrîş bi taybetî li siyaseta navxweyî ya li Tirkiyeyê vegere. Bi Darbeya Leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û piştî OHAL'ê, gaveke din jî bi pêş ve çû. Niha mirovên ku nêrînên xwe tînin ziman tên girtin. Divê muxalefet li dijî vê derkeve. Lê dema mijar kurd bin muxalefet bi desthilatdariyê re dibe yek. Ji ber zextan azadî bêhnê nastîne û tê fetisandin."
‘PARASTINA AŞTIYÊ NE SÛC E’
Endamê Konseya Navendî yê Yekitiya Tabîbên Tirk Şeyhmus Gokalp, da zanîn ku şer hêsirên çavan û rijandina xwînê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Daxwaza şer ne rast e. Daxwaza aştiyê ne sûc e. Ev mafekî makeqanûnî ye. Dê her dem li gel dewletê cihê xwe bigirin nizam çi, tiştekî wiha tune. Şer tiştekî xelet e û rexnekirina wê peywira me ye. Divê kesên ji bo aştî xwestin hatin binçavkirin, serbest bên berdan."
Gokalp anî ziman ku pêwîstiya civakê bi hevre jiyanê heye, gefeke ku Efrînê li Tirkiyeyê xwariye tune û wiha dewam kir: "Wekî ku kurd gefê dixwen didin nîşan û ev tiştekî xelet e. Bi milyonan kurdên li Tirkiyeyê dijîn heye. Divê em pirsgirêka kurd bi rêyên diyalogê di nava xwe de çareser bikin. Heke em bi kurdên cîran re bibin yek, em ê wekî dewlet bibin hêza herî mezin a Rojhilata Navîn."
Gokalp got ku herî zêde di şer de sivîl jiyana xwe ji dest didin û aşkera kir ku heta niha di "Tevgera Çiqila Zeytûnê" de nêzî 30 sivîlî jiyana xwe ji dest daye, bang li saziyên sivîl kir ku peywira xwe bînin cih. Gokalp derbirî ku dê Tirkiye bi şer tiştekî bi ser nexe, bang li dewletê kir ku ne şer aştiyê bi pêş bixe.